Li Silêmanî panela ‘Astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin’

Li Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya çalakiyên 16 rojî yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de bi dirûşmeya ‘Astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin’ panelek hat dayîn. Tundî û astengiyên ku rojnamevanên jin lê rast tên, hatin nîqaşkirin.

Silêmanî – Li Zanîngeha Silêmaniyê bi pêşengiya Navenda Yeksanî û Zayendî ya Zanîngeha Silêmaniyê di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinê de, panelek li ser astengiyên li pêşiya jinan û rojnamevanan hat lidarxistin.

‘Li pêşiya jinên rojnamevan gelek astengî hene’

Di panelê de Dr. Benaz Heme Reşîd axivî û got: “Li pêşiya rojnamevanên jin gelek zext û astengî hene. Di dema propagandaya hilbijartinê de rojnamevanên jin dema ku dixwestin agahiyan li ser pêvajoya hilbijartinê ragihînin, rastî astengiyan hatin. Ji ber ku herî zêde peywendiya wan bi civakê re çêdibe.”

‘Divê rêz li karê hemû kesan were girtin’

Benaz Heme Reşîd diyar kir ku rojnamevanên jin bi astengiyên malbata xwe re rûbirû dimînin û got: “Malbat bi çavek kêm li wan temaşe dike. Pêwîst e rêz li karê her kesekî were girtin. Lê bi çavekî kêm li karê jinên rojnamevan tê temaşekirin. Ji bo wê divê mîna hemû pîşeyên din li pîşeyê rojnamevaniya jinan jî bê temaşekirin. Di dema hilbijartinan de jinên rojnamevan di wergirtina agahiyan de zorî dikşînin. Sedema vê yekê, partiyên siyasî agahiyan bi rojnamevanan re parve nakin û di navbera aliyên siyasî de nakokî hene. Pêwîst e kar ji bo wê çendê bê kirin li ku karê rojnamevanî jî wek hemû karên din bê temaşekirin. Lê ya cihê keyfxweşiyê ew e ku tevî hemû astengiyan jî jinên rojnamevan di karê xwe de berdewam in.”

‘Tevî hebûna peymanan jinên rojnamevan rastî binpêkirina mafan tên’

Panelîst Hana Şiwan jî derbarê astengiyên li ber jinên rojnamevan û nayên dîtin de axivî û got: “Ragihandin li cem jinan cûreyek hezkirinê ye, lê piştî derketina medyaya dijîtal a bê ser û ber, ev yek bidawî bû. Ev jî bûye sedem ku jin xwe di ewlehiyê de nebînin. Tevî hebûna peymana di navbera xwediyê kar û rojnamevanên jin de, gelek caran dibe sedema binpêkirina mafan û bêdengkirina jinan. Li aliyê din dema jin ducanî dibin, beşek ji mûçeyê wan tê birîn yan jî ji karê wan tên dûrxistin, ev jî dibe sedem ku jin ji karê ragihandinê dûr bikevin, hezkirina wan ya li beramberî medyayê nemîne. Her wiha derfetên perwerdê û nebûna herêmek aram ya ji bo karkirina jinan nîne, ev jî dibe sedem ku jin xwe ji kar bidin paş.”

‘Rojnamevan tên girtin’

Hana Şiwan di dewama axaftina xwe de got  ku: “Bê guman zagonek ji bo karê rojnamevanan heye, lê niha bi derketina medya dijîtal re, zagonên çareserkirina binpêkirinên li dijî rojnamevanan pêşwazî nakin. Gelek rojnamevan tên girtin, ev yek bandora li rojnamevanên jin jî dike, ji ber ku jin naxwazin berê wan bikeve dadgehan.”

‘Armanca me hişyarkirin e’

Rêvebera Navenda Yeksaniya Zayendî ya Zanîngeha Silêmanî Taban Mihemed Seîd jî li ser armanca lidarxistina panelê axivî, wiha got: “Di çarçoveya çalakiyên pêngava 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, îro panelek ji bo rû birûbûna tundiya li dijî jinên rojnamevan hat lidarxistin. Di vê panelê de me behsa tundiya li dijî jinên rojnamevan kir. Di panelê de herdu panelîstan behsa tundiya li dijî jinên rojnamevanan û astengiyên li pêşiya şopandina hilbijartinan û cûreyên tundiyê kirin. Armanca me bi van panelan, derxistina tundiya beramberî jinên rojnamevan û derxistina cûreyên wê ye, da ku civak hişyar bin ku rojnemevan jî di dezgahan de rastî tundiyê tên.

Panel bi guftugoya di navbera beşdar û panelîstan de bi dawî bû.