Li Silêmanî ji bo jinên xwedî pêdiviyên taybet panel
Li bajarê Silêmanî Rêxistina Çardoz, ji bo piştgirîkirina jinên xwedî pêdiviyên taybet yekem panela xwe lê dar xist. Armanca panelê başkirina rewşa jinên xwedî pêdiviyên taybet û guncandina wan a bi jîngeh û jiyana bi hevreye.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Di êvara 20’ê Îlonê de li Otela Rotna ya bajarê Silêmanî, Rêxistina Çardoz panela yekem a bi sernavê ‘Kêmendamî û jinbûn şanaziye ne şerme’ ji bo piştgirîkirina jinan xwedî pêdiviyên taybet hate li darxistin.
‘Rêxistin ji bo çareserkirina pirsgirêkan di xebite’
Karmande xwebexş a tîma Rêxistina Çardoz Sarya Sîrwan wiha behsa kar û xebatên rêxistinê kir û got: “Rêxistina Çardo kar û xebatên xwe yên ji bo tevahî jinên xwedî pêdiviyên taybet radigihîne. Ev rêxistine ji aliyê jinên xwedî pêdiviyên taybet ve, ji bo çareserkirina êşên jinên xwedî pêdiviyên taybet xebat dide meşandin. Rêxistin ji mamosta û çend lêkolînerên jin pêktê. Bi hemahengî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li her cihê herêma Kurdistanê dixebite.”
Sarya Sîrwan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dizanin jin li herêmê rastî tundî û feraseta mêr tê. Her wiha aliyên peywendîdar alîkariyê nakin. Jinên xwedî pêdiviyên taybet bi hêzin. Bi rêya rêxistina Çardos hewl ji bo pêşdebirina hêza wan tê dayîn.”