Li ser lêpirsîna Gulistan Doku daneyên nû

Li gorî raporên tengkirî, roja ku Gulistan Doku winda bû û beriya wê, di nav de kurê waliyê demê Mustafa Turkay Sonel daneyên stasyona bazê yên hin kesan, bi daneyên Gulistan Doku re li hev dikin.

Navenda Nûçeyan – Şeş sal piştî windabûna Gulistan Doku, xwendekara sala duyemîn a Zanîngeha Munzurê, girtin û binçavkirin pêk hatin. Her agahiyek nû ya ku ji îfadeyên kesên hatine binçavkirin û girtin derdikeve holê, eşkere dike ku Gulistan Doku çawa hatiye windakirin û delîl çawa hatine veşartin. Niha, li gorî daneyênstasyonên bazê yên tengkirî derketiye holê ku sînyalên têlefonê yên Mustafa Turkay Sonel, kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel û hevkarên wî, bi yên Gulistan Doku re li hev dikin.

Baz li hev dikin

Li gorî nûçeya ajansa JINNEWS’ê; li gorî rapora tengkirî ya îstasyona bingehîn a 3'ê Nîsana 2026'an, ku me bi dest xistiye; îstasyona bingehîn a telefonê ya Mustafa Turkay Sonel, kurê waliyê wê demê Tuncay Sonel, Erdogan Elaldî, karmendê rêveberiya parêzgehê yê wê demê, Şukru Eroglu, polîs û parêzvanê waliyê wê demê Ugurcan Açikgoz û Umut Altaş, kesayetek sereke di lêpirsînê de ku reviya Emerîkayê, bi îstasyona bingehîn a telefona Gulistan Doku re di heman demê de ku ew herî dawî di 5'ê Çileya 2020'î de hatibû dîtin, li hev hatiye.

Heta beriya ku winda bibe jî, sînyal ji heman cihî dihatin 

Dîsa, rapor nîşan dide ku di 27'ê Kanûna 2019'an de, sînyalên îstasyona bingehîn ji telefonên Umut Altaş, Gulistan Doku, Mustafa Turkay Sonel û Ugurcan Açikgoz ji heman herêma li dora Navenda Ciwanan a li Dêrsimê derketine.