Li ser Helebê êrişên giran: Çekên giran li derdora taxan hatiye bicihkirin

HTŞ ya cîhadîst û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên Helebê didomînin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên bênavber ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bûn sedema hilweşandinek berfireh a binesaziyê. Di encamê de Nexweşxaneya Osman ji xizmetê derket û di heman demê de bi ragihandina qedexeya derketina derve re herêm mîna ‘herêma leşkerî ya girtî’ hat ragihandin. Cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam, êrîşên xwe yên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyd ên li Helebê didomin. Li gorî agahiyên nûçegîhana me, di encama van êrîşan de 3 kesên din jî birîndar bûn û bi giştî 52 kes birîndar bûn. Her wiha hate ragihandin ku 7 kes jî mirine.

Komên çeteyên mîna Emşat, Hemzat, Sultan Murad û Nûredîn Zenkî yên ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tên destekkirin, taxên dorpêçkirî bi roket û topên giran hedef digrin. Di binesaziyê de zirarek mezin pêk hat û Nexweşxaneya Osman jî êdî nikare xizmetê bide.

Li gorî agahiyên nûçegihana me, sivîl neçar dimînin di nav çend demjimêran de ji taxên xwe derkevin. Cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam, bang kirin ku ji deverên mîna "leşkerî" bi nav dikin dûr bisekinin û du rêyên mirovî yên bi navê "Derbasbûna Awarid" û "Derbasbûna Kolana Zuhur" hatiye vekirin. Her wiha her du tax mîna "herêmên leşkerî yên girtî" ragihandin û qedexeya derketina derve ya tevahî ferz kirin.

Meclîsa Giştî ya Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, diyar kir ku arman êrîşan valakirina taxan e û bûyerên tên jiyîn mîna "şerekî taybet a ku îradeya gel hedef digre" bi nav kir. Meclîsê, destnîşan kir ku gel û hêzên wan "wê gavekê jî paşve navêjin" û bang li raya giştî kir ku xetera êrîşê fam bikin.

Navenda Medyayê ya Hêzên Demokratîk a Sûriyeyê, ragihand ku zêdetirî 80 tank û wesayîtên leşkerî yên giran li dora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine bicihkirin û vê rewşê mîna xeteriyek mezin binav kir.

Her wiha tê ragihandin ku dorpêç ji her alî ve didome û ketina xurek, derman û pêdiviyên bingehîn tê astengkirin. Ev rewş, şert û mercên mirovî hêj zêdetir xirabtir dike û jiyana bi hezaran sivîlan dike xeterê.