‘Li ser esasê komînan xwe birêxistinkirin pêwist e’
Beşdarên 2’yemîn Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê destnîşan kirin ku pêwîst e gel xwe ji nû ve li ser esasê komînan birêxistin bike.
FARAŞÎN MERVAN
Şengal – Şaredariya Gel a Şengalê, piştî fermanê di sala 2015’an de bi navê Navenda Xizmetguzariya Şengalê li Serdeşta Çiyayê Şengalê dest bi xebatên xwe kir. Şaredariyê, duh bi lidarxistina konferansa xwe ya duyemîn, gavek nû avêt. 2’yemîn Konferansa Şaredariyên Gel ên Şengalê, bi dirûşmeya “Emê bi şaredariyên gel ava xwe, axa xwe û jiyana xwe komînal bikin”, li dar xist.
Di konferansê de 300 delege û mêvanî amade bûn. Di konferansê de kar û xebatên şaredariyên gel ên 10 salan hatin nirxandin. Di konferansê de ji bo ji nû ve avabûna şaredariyên gel, perspektif û plansaziyeke nû hat derxistin.
Ji ber pirsgirêkên rê ji Sûriyeyê beşdar nehatin
Kedkar û xebatkarên şaredariyên gel, hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê, di konferansê de amade bûn. Ji derveyî Şengalê jî mêvan beşdarî konferansê bûn. Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Dr. Dilşêr Îbrahîm û Hevseroka Şaredariya Mexmûrê Fatma Bîlen jî di nav beşdaran de bûn. Ji Qendîl û Mexmûrê 2 şande di konferansê de amade bûn. Şaredariyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ber pirsgirêkên rê nekarîn xwe bighînin Şengalê, bi dîmen peyamên xwe gîhandin konferansê.
Jinên ku beşdarî konferansê bûbûn ji ajansa me re axivîn.
‘Em vê keda wan a bêhempa û rêxistiniya Şengalê pîroz dibînin’

Sozdar Kara ya ku li ser navê Şaredariya Wargeha Mexmûrê beşdarî konferansê bûbû ji ajansa me re axivî. Sozdar diyar kir ku li ser navê şaredariya Wargeha Mexmûrê, ji bo piştgirî bidin şaredariya gel a Şengalê hatine û beşdarî konferansê bûne. Sozdar vê konferansê li 15 şaredariyên Şengalê pîroz kir û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Civaka me ya Şengalê ku di nava 11 salan de gihîştiye vê astê, em li wan jî pîroz dikin. Piştî ewqas ferman jiyan kirine, em vê keda wan a bêhempa û rêxistiniya Şengalê pîroz dibînin. Tiştê ku li vir bala me kişand, di xebatê şaredariyê de ciwan bi piranî cihê xwe digrin. Em jî dizanin karê Şaredariyê karekî zehmet e. Em dema li Wargeha Mexmûrê jî xebatê şaredariyê dimeşînin, dizanin çiqasî zehmet e û kedekî mezin dixwaze.”
‘Divê şaredarî xwe li ser pergala komînal birêxistin bike’
Sozdar destnîşan kir ku li Şengalê jî xebatên şaredariyê li ser milê ciwanan e, ev jî cihê rêzdariyê ye û wiha pê de çû: “Weke Rêber Apo dibêje; ‘Me bi ciwanî destpêkir em ê bi ciwanî biser bixin.’ Bi vî rengî em dikarin xwe bighînin hişmendiya aşitî û demokrasiyê. Ji ber ku cihê ciwanan di nav civakê de xwedî girîngî ye. Pêwîst e şaredarî li Şengalê xwe li ser pergala komînal birêxistin bike. Bi fikrê Rêber Apo jiyana komînal ava bikin û bipêş bixin. Di vê pêvajoya ku Rêber Apo daye destpêkirin de hewcehî bi jinûve avabûnê heye. Li ser vê esasê em pergala xwe jiyanî bikin û pê re xwe bi hêz bikin. Her civak li ser ax û zimanê xwe tê naskirin. Ji lewra ger em nirxên xweyî pîroz neparêzin wê tû wateya hebûna me ya li ser cihê me tunebe. Ez jî cara yekemîn hatime şengalê, beriya werim jî min gelekî civaka me yê êzidî mereq dikir. Bi hatina me re ew hêviya me pêk hat û em gelekî kêfxweş bûn. Ez carekî din dikarim bêjim di nav demekî wisa kin de vê astê de xwe bi rêxistinkirin ji bona me bû cihê moral û kêfxweşiyê.”
‘Ev konferasna me ya jinûve avabûnê ye’

Mariya Şengalî jî ragihand ku piştî 4 salan 2’yemîn konferansa xwe lidar xistine. Mariya anî ziman ku diviya bû du salan carekê konferans çêkiriban lê derfetên wan çênebûne. Mariya da zanîn ku konferansa wan bi diruşma “Em axa xwe, ava xwe û jiyana xwe komîn bikin” destpê dike û wiha pê de çû: “Ev konferasna me ya jinûve avabûnê ye. Divê em ji niha û pê de şaredariyên xwe komînal birêxistin bikin. Pêwîst e hemû civak beşdarî kar û xebatên şaredariyê bibe, bi giranî civak xwe tevlî bike. Em û gelê xwe dikarin hevbeş komînan ava bikin. Ji ber ku karê şaredariyê ne tenê xebatê paqijî û xizmetguzariyê ye. Av dayîn, rê çêkirin û hwd hemû kar û xebatên şaredariyê ne, lê bi taybetî ji derveyî viya divê şaredariyan civakî bike.”
‘Jiyana me êzidiyan berê komînal bû’
Mariya destnîşan kir ku Şaredarî roleke girîng di jiyana civakî ya rojane de dileyîze û got ku lê heta niha tiştê ku tê de kêm mane; di hinek kar û projeyan de sînordar mane. Mariya da zanîn ku tiştê heta niha nedane avakirin û ji niha û pê de li ser wan kar bikin û hîn zêdetir xwe bi hêz bikin hene û wiha domand: “Perspektîfên Rêber Apo li ser jiyan û pergala komînal hene. Em jî dixwazin bi vê perspektîfa, jinûve şaredariyên xwe birêxistin bikin. Li ser esasê em jiyana komînal di hemû qadên jiyanê de bipêş bixin, em ê kar û xebatên xwe bidin meşandin. Bêguman jiyana komînal ne karekî rihet e, ger rihet ba Rêber Apo ev model ji me re pêşkêş nedikir. Lê em weke civaka êzidî berê jiyana me komînal bû, divê em niha jî cardin vegerin ser wê taybetmendiya xwe ya bi hev re.”
‘Pêwîst e em hişmendiya karkirin û xizmeta civaka xwe bipêş bixin’
Mariya da zanîn ku ew îro ji jiyana komînal dûr ketine û got ku divê ne hinek ji wan dewlemend bin, ne jî hinek belengaz bin. Mariya balkişand ser têgihîştina gelekan a wek “Tenê alîkariya xwe bigre” û wiha got: “Lê pêwîst e em hişmendiya karkirin û xizmeta civaka xwe bipêş bixin. Ji ber wê wekê ji bo şaredariya rêveberiya xweser, em bikaribin hem bi gelê xwe re di aliyê madî de bibin alîkar û hem jî gelê me xwe bi xwe xizmetan bike. Her yek ji me hem ji bo xwe û hem ji bo civaka xwe kar dike. Her mirovek me di gundê xwe de dikare bi hêza xwe beşdarî xebatên şaredariyê bibe û ji bo gundê xwe projeyan bipêş bixe.”
Rola jinan a di pêşxistina şaredariyan de
Mariya balkişand ser rola jinê ya di xebatên şaredariyê de jî. Mariya anî ziman ku ev xwedî girîngiyek mezin e û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Di her xebata ku jin tê de hebe, ew kar bi rêk û pêk tê birêvebirin. Jin dikarin di hevgirtina civakê de zêdetir rol bileyîzin, dikarin zêdetir projeyan bipêş bixin û cihê xwe di xebatên şaredariyan de bigrin. Ji ber ku nêrîna jinan ji ya mêr xurtir in. Ji lewra jin dikare di nav civakê de hîn zêdetir kar û xebatan bi sererastî bide meşandin. Îro em wek jinên êzidî di xebatên rêveberiyê de di heman demê de hemû xebatên din de jî cih digrin. Ji ber wê em îro dibînin kar û xebatên me jî bi sererastî tê meşandin, ji ber ku jin dide meşandin. Di dema ku em niha tê re derbas dibin de hîn zêdetir rola jinê di her xebatê de girîng e.”