Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Yemen
Jinên Yemenê ji ber nêrîna civakî ya neyînî ya li hemberî wan her wiha cudakarî û tengavkirin bi fikar in. Jin li Yemenê bi gelek cureyên tundiyê re rûbirû ne.
RANIYA EBDULLAH
Yemen- Jinên li Yemenê bi cudakarî û tundiyê re rûbirû dimînin. Zêdebûna vê rewşê re jiyana wan zehmet dike û ji ber wê yekê saziyên jinan li Yemenê û çalakvan û hiqûqnas girîngî didin 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya bi Şîdeta li Hemberî Jinan û diyar dikin ku girîng e tundî were sînordarkirin û wekhevî û edaleta civakî pêk were.
Krîza li Yemenê ji beriya 10 salan ve ye didome û bandoreke yekser li jin û zarokan kiriye, barê jiyanê li ser wan girantir kiriye. Li gorî sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya welatiyan tundiya li dijî jinan ji dema ku krîzê dest pê kiriye ve heta niha, ji sedî 63 zêde bûye û di encamê de bûye sedema zêdebûna qeydan li ser jinên Yemenê.
Mamosteya zanistên civakî ya zanîngeha Teizê, Zikra El Irêqî got: "Jin û zarok, herî zêde zirarê ji nakokî û şeran dibînin. Azarên wan di aliyê perwerde tenduristî û hwd. de zêde dibin. Rewşa aborî ya zehmet bû sedem ku rewşa jinan bi aloztir bibe. Gelek malbatên Yemenê xizan mane û xizmetên sereke li wan tune ne. Ji ber van yekan jinên Yemenê dema ku hewl didin pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin, bi tundiyê te rûbirû dimînin. Diyardeya karkirina zarokan û parsekî jî gelekî zêde bûye. Jin jî di gelek karan de dixebitin piraniya wan ne li gorî asta wan e ji ber derfetên kar gelekî kêm in."
Ji ber xizaniyê gelek malbat neçar man keçên xwe di temenekî biçûk û bi zorê bizewicînin û di encamê de metirsiya tundiya li dijî wan zêdetir dibe.
Di aliyê siyasî de jî destûra Yemenê ya niha ku di sala 1994’an de hat sepandin mafên jinan di nav xwe de bi rengekî zelal nahewîne. Jin di navendên biryarê de tune ne. Zikra El Irêqî dibêje: "Beşdariya jinan ji bo hewldana pêkanîna aştiyê û alîkariyan e. Her wiha di di aliyê siyasî de beşdar dibin lê belê di navendên biryaran de cihê xwe nagirin ji ber nêrîna civakê ya li jinan gelekî paşverû ye."
Civaka Yemenî xwedî zihniyeta baviksalar e
Ji bo adat û teqalîdên paşverû û nakokiyên ku berdewam dikin jî Zikra El Irêqî wiha anî ziman: "Heta niha jî bi civaka baviksalar û çanda teqalîdî jinan kontrol dikin. Tevî ku zagonên ji bo alîkariya jinan bikin an jî xizmetê ji wan re pêşkêş bikin hene jî. Kesên zagon danîne zilam in, nefsa xwe û mêjiyê xwe ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Jin ne di danîna zagonan de, ne jî di siyasetên giştî de beşdar nebûne. Ji ber wê mafên jinan di civakê de tune ne. Tevî ku Yemenê gelek peymanên navdewletî yên mafên jinan xurt dikin pejirandiye jî. Di nav wan peymanan de, peymana têkbirina hemû cureyên cudakariyê li dijî jinan CEDAW û lihevkirina parastina mafên zarokan jî heye lê belê ev peyman nayên pêkanîn û jinên Yemenê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne û zehmetiyan di gelek waran de dikşînin."
‘Qadên civakî û zagon her dem li pêşiya jinan dibin asteng’
Zikra El Irêqî keda jinan û pêngavên jinan û rêxistinên jinan, pîroz dibîne û dibêje: “Ji ber ku jin bi mafên wan dan naskirin û hinek aliyan hebûna wan di navendên girtina biryaran de qebûl kirin. Lê belê qedên civakî û qanûn her dem li pêşiya jinan dibin asteng. Pêngavên hişyariyê girîng in ji ber kar li ser jinûveavakirina zanebûna civakî dikin.
‘Tundî weke pirsgirêka malbatî tê dîtin’
Di vê serdema ku rewş roj bi roj girantir dibe de, belgeyên rastîn der barê rêjeya tundiya li dijî jinan pêk tê de tune ne. Ji ber ku tundiya li malê tê kirin weke tişteke girêdayî malbatê tê dîtin û nabe ku kesek destwerdanê bike. Zagonên taybet ji bo tundiya malbatî tune ne. Zikra El Irêqî teqez kir ku girîng e aliyên fermî û hiqûqî hebin kar li ser belgekirina binpêkirinên li dijî jinan bikin û lêkolînên civakî der barê van kiryaran de çêbibin bi taybetî yên li dijî keçên biçûk û kiryarên qetilkirina li dijî jinan bi hinceta ‘namûsê’ û destnîşan kir ku pirsgirêk di dema şer û piştî wê de berfireh dibin. Serjimariyên giştî yan jî navendên girîngiyê didin serjimariya jinên binpêkirin li dijî wan bûne tune ne.”
Zikra El Irêqî wiha domand: "Nakokiyên siyasî li Yemenê hişt ku rewşa aborî jî têk biçe û di encamê de welat nema dikare pêdiviyên welatiyan pêk bîne. Bilindbûna nirxan bû sedema zêdebûna zehmetiyan."
Rêvebera saziya pêşxistina jinan a li parêzgeha Teizê Necah El Şamî got: "Jinan jêdera debara xwe winda kirin ji ber wê neçar in di rewşên gelekî xirab de kar bikin her wiha zarok jî neçar man di temenekî biçûk de kar bikin ji bo malbatên xwe xwedî bikin. Bi hilweşîna rewşa aborî û civakî re, bûyerên tundiya malbatî îstîsmara zayendî ya li ser jin û zarokan zêde bûne. Heta niha bi sedan zarokan bi zorê kirine leşker."
Bi sedan zarokan kirine leşker
Qeydên li ser azadiya jin û keçan li gelek herêmên Yemenê zêde bûne. Li Bakurê welat jin nikarin bi awayê serbixwe kar bikin ji ber ku sîstem nahêle jin bi tena xwe bikevin riyan divê zilam bi wan re hebin. Ji ber wê karkerên jin ên di karên mirovî de kar dikirin gelek astengî kişandin. Derdora 7 milyon jin di dema niha de li Yemenê pêwîstiya wan bi gihandina xizmetên li dijî tundiyê heye lê mixabin ew xizmet gelekî sînordar in û li hinek herêman qet tune ne.
Necah El Şamî diyar dike ku çareserî di bidawîkirina krîzê de ye her wiha peydakirina xwarinê baldariya tenduristî û peydakirina alîkariyên mirovî ji jin û zarokan re ye. Her wiha derman û karkirina li ser bernameya xwarinê ya temam ji bo zarokên ku nexweşiya kêxwariniyê bi wan re heye.
‘Ji bo zarokan divê baldariya tendirustî û derûnî hebe’
Necah El Şamî wiha domand: "Divê baldariya tenduristî û derûnî ji zarokan re hebe. Her wiha tedbîrên pêwîst werin girtin ji bo parastina jin û zarokan ji tundiya zayendî ya ku her diçe zêde dibe. Piştgiriya bernameyên perwerdekirina jin û keçan bi riya fêrkirina fermî yan jî bernameyên perwerdeyên kar ji bo alîkariya wan were kirin behreyên wan bi pêş bikevin û derfetên kar di pêşerojê de ji wan re zêdetir bibin. Wekî din jî beşdariya jinan di proseyên aştiyê de bi riya zêdebûna derfetên beşdariya wan di diyalogên aştiyê û girtina biryaran li ser astên xwecihî û navendî de."
‘Di çend salên dawî de mafên jinan gelek kêm bûn’
Der barê tundiya li dijî jinan de jî Necah El Şamî got: "Mafên jinan di çend salên dawî de gelekî bi paş ketin. Li kêleka vê zehmetiyên civakî û çandî yên derfetên xurtkirina jinan di civakê de kêm dikin zêde bûne. Li Yemenê qetilkirina ji aliyê mêr an jî yek ji xizman ve, bûyerên destdirêjiyê û tecawizê jî zêde bûne. Divê lêvegerek ji zagonên taybet bi jinan çêbibe û parastina wan ji tundiya malbatî û cinsî were kirin. Her wiha cezayên giran li sûcdaran werin birîn û zagonên ji bo azadiya jinan di zewacê yan jî hevberdan û mîrasê de werin sazkirin. Zagonên parastina jinan ji hemû cureyên tundiyê werin danîn. Divê ev yek di navebra hikûmet û rêxistinên mirovî û civaka navdewletî de pêk were ji bo jîngeheke bi ewle ji jin keç û zarokan re were peydakirin."
‘Rola saziyên jinan bi piştgiriya jinan xurt dibe’
Necah El Şamî got: "Ji bo bidawîkirina nakokiyan li Yemenê divê kedeke mezin were dayîn. Divê çareseriyên siyasî diplomasî û mirovî ji hemû aliyên bi nakok bi navbeynkariyeke navdewletî hebe û agirbest were ragihandin. Divê piştgiriya jinûve avakirina Yemenê û xurtkirina aboriya niştîmanî û rola jinan di aştiyê de her wiha peydakirina piştgiriya malî ji wan re û çareseriya dozên mirovî hebin. Rola saziyên jinan bi riya piştgiriya jinan e ew jî bi riya hevkariya bi rêxistinên jinan ên xwecihî navdewletî hikûmî û saziyên perwerdeyê ji bo hişyariya berdewam ji civakan re hebe û piştgiriya tenduristî û derûnî ji wan re hebe. Zext li desthilatdariyê were kirin ji bo zagonên parastinê azadî û piştgiriyê ji wan re pêşkêş dikin werin aktîfkirin."
Li aliyekî din çalakvan Nûra El Niman got: "Nakokiyên ji beriya deh salan dewam dikin barekî giran li ser jin û zarokan çêkiriye. Ji wan tê xwestin xwarin av û parastinç peyda bikin. Di salên şer de çalakvanên jin ên sivîl derketin û gelek ked dan ji bi nakokî çareser bibin û aştî pêk were lê belê mixabin ew nexistin navendên biryarê de ji bo biryaran bistînin. Dibe ku biryarên wan welat bi giştî xistibana rewşeke din de û ber bi aştiyê ve çareserî bihatana dîtin. jin dikarin civakê birêve bibin û biryarên girîng di hemû waran de bigrin çi siyasî aborî û civakî jî."
Tundiya civakî berdewam dike
Li hemû welatan jinên di warê ewlehiyê de kar dikin roleke gelekî girîng di ewleh û aramiyê de dilîzin ji ber gelek jin û keç rûbirûyî tundiyê dimînin. Ji ber vê yekê hebûna jinan di aliyê ewlekarî de girîng tê dîtin lê belê rewş li Yemenê gelekî cuda ye. Jinên di warê ewlehiyê de kar dikin rûbirûyî gelek cureyên tundî û cudakariyê dimînin tevî ku hejmara wan kêm e.
Civaka Yemenî dibîne karê jinan di vî warî de nabe ji ber wê li hemberî tengaviyan dimînin. Ev yek vedigere nebûna hişyariya civakî bi girîngiya rola jinan di karê ewlekariyê de.
Di hin raporên Yemenê de derket holê ku bi hezaran binpêkirin li dijî jinan bûne di nav de pêngavên leşkerkirina bi zorê û bi darê zorê birina perwerdeyên mezhebî û leşkerî her wiha pêkanîna kiryarên hovane li dijî wan mîna revandin û mehrûmkirina ji maf, îşkence destdirêjî û destdirêjiya cinsî.
‘Divê pêşî li tundiya bi riya dîjîtal tê kirin were girtin’
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji hêzên Yemenê û şîrketa Meta xwest tedbîrên lezgînî pêşî li tundiya civakî ya bi riya înternetê li Yemenê pêk tê bigrin. Ew jî bi riya raporeke beriya deh rojan hatiye belavkirin tê de hejmara jinên di navbera salên 2019-2023’an de li parêzgehên Eden, Teiz û Senaayê li ser torên medyaya dîjîtal hatine şantajkirin û tengavkirin hatiye belavkirin.
Rêxistinê diyar kir ku gef li van keç û jinan hatiye xwarin, gotine ku dê wêne û agahiyên wan ên kesayetî belav bikin. Ev yek binpêkirina mafên taybetî ne. Tedbîrên ji bo parastina wan jî tune neç jinên hewil dane gilî bikin jî li hemebr gelek zehmetiyan mane mîna tirsa ji civakê yan jî rûbirûbûyîna tundiyeke zêdetir. Tevî ku aliyên têkildar bi kiryarên bi riya dîjîtal hene jî lê belê gelek jinan bi vê yekê nizanibûn ji ber wê girtina sûcdaran zehmettir dibe.
Li gorî serjimariyên nû derketine şantaja dîjîtal li dijî jinan li Yemenê zêdetir dibe. Rêxistina Yemenê ya pêşxistin û berdêlbûna teknolojiyê 115 rewşên şantaja bi riya înternetê di sala 2023’yan de tomar kir û jin ji sedî 95 bûn.
Rêxistin û jin xwe amade dikin careke din li hemberî tundiya li dijî jinan bisekinin û xwe amade dikin di roja têkoşîna li hember tundiya li dijî jinan de bi pêngava 16 rojan de beşdar bibin.