Li Rojhilata Navîn rêbaz ne amûr e jin bi xwe ye – ANALÎZ
Jin ji dîroka xwe xwezaya xwe û hebûna xwe ya civakî hatiye veqetandin. Ji ber vê yekê pirsgirêk ne tenê lêgerîna maf e divê rastiya dîrokê û xwendina wê weke mijara rêbazê were destgirtin.

SITÎ ROZ
Têkoşîna jinan ne tenê lêgerîna mafek e; di heman demê de ji nûveavakirina rastî, dîrok û civakê ye. Pêşketina vê têkoşînê û serkeftina wê bi rêbazeke baş û saxlem pêkan e.
Rêbaz; hemû tevgerên me nîşan dide, em ji kîjan alî ve dinêrin, têgehên ku ji duh heta îro hatine em çawa digrin dest, şêwaz, terz û tevahiya behremendî û tevgera me diyar dike. Rêbaza ne tenê gihîştina agahî zanînê ye; awayê avakirina zanînê jî diyar dike.
Famkirin û têgihîştina nasnameyên jin û mêr, di nava dîroka civakî de û teşegirtina wan, tenê bi xwendinên seranser nabe. Ger em bi awayê seranser li pênaseyên ku ji bo jin û mêr hatine kirin binêrin, em ê ji dubarebûna nasnameyên heyî, pêşve neçin.
Ya esas ew e ku bi riya hebûna jinan mirov bigihîje rastiyê, di nava lêpirsîneke kûr de xwe bibîne. Bi analîzkirina nasnameya jinan aliyên wê yên dîrokî û civaknasî, bi rêbazên zanistî û metafizîk mirova dikare li têkoşîna jinan a Rojhilata Navîn ji aliyê teorîk, felsefî û çandî ve tiştek zêde bike. Ev yek dikare were gotin ku nîvê rê ye. Ango mirov armanca wê bizanibe, bi riyên têkoşînê, rêbazeke girîng e. Ev yek dikare bibe kevirê teneşîrê yê biryardarî û mezinbûna têkoşîna me. Ji ber vê yekê, kûrbûna bi rêbaz bingeha têkoşîna jinan ava dike.
Yekîtiya bi paradîgamaya rast û hevgirtin
Ji bo ku mirov nasnameya jinan a li Rojilata Navîn li ser pirsgirêka dîrokî, çandî û aliyên pergalî bisekine, rêbaza pêwist e ew ku mirov Rojhilata Navîn, li ser bingehên wê yên dîrokî, zanistî û felsefî bigre dest û nîqaş bike. Koletiya ku li Rojhilata Navîn bi cih bûye herî şênber li ser jinan xwe dide der.
Jin tevahiya dîrokê di pergala koletiyê ya di dorpêça malbat û civakê de, hatiye avakirin de maye. Van pergalên ku li ser kolekirinê hatine avakirin, di roja me de bi netew dewletan didomin. Zanistperestî, olperestî, netewperestî û zayendperestî, weke hêzeke hevgirtî ya zihniyet û rêbazên dezgehên dewletê hatiye rûniştandin.
Mercên berê û berxwedanên civakan, koletiyê nepejirandine, koletî tenê bi zor û şîdetê li ser civakê hatiye ferzkirin. Halbukî modernîteya kapîtalîst a îro, bi şer, qirkirin, birçîhiştin û koçberkirinê kapasîteya xwe bi pergala kastik kujer hatiye daqurtandin, di civakan de nezanînê kûr dike, koletiye aniye rewşeke bi dilxwazî.
Ji vî aliyê ve li erdnîgariya Rojhilata Navîn, pirsgirêka jinan, bi nêzîkahiyên seranser û di bin siya nêrîna oryantalîst de nayê famkirin. Di civakên Rojhilata Navîn de jin, di nava hiqûqa şerîetê û hukmên zayendperestiyê de hatiye hepskirin û bê nasname maye. Jin di bin navê femînîzma dewletê de ber bi çerxeke dubare ya hiqûqî ve tên kişandin. Krîzên pergalî û konjonktrurel ên netewdewletan, rolên zayend tûjtir dike, nasnameya jinan şêlotir dibe.
Jinîtî û mêrîtî li ser serdestiya yekê ya li ser a din hat avakirin
An li ser jinan welidandina celadên wan hat ferzkirin an jî bi neçarî ber bi xizmeta vê yekê ve hatine dehfdan. Vê ferasetê, bûye sedem ku jin ji nava civakê werin îzolekirin, di heman demê de civakê jî ber bi hilweşînê ve biriye. Ji vî aliyê ve dema ku mirov li Rojhilata Navîn li ser pirsgirêka jinan bisekine, rêbaza ku divê were bikaranîn ew e ku hêz û rêxistinên jinan ên bi hêz ku hayjêbûnê çêdikin, li dora nasnameya jinan bibin yek.
Baweriya bi hêza berhevkar a nirxên komunal ên jinan û avabûna saziyên jinan li dora fikra “Jin jiyan azadî” xwe bi rêxistin bikin, tê wateya gihîştina nîvê riya ber bi çareseriyê ve. Di lêgerîna rêbaza azad de nêrîna li tecrubeyên dîrokî yên bi îro re bûne yek girîng e. Di vê mijarê de paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “demokratîk, akolojîk û azadîxwaziya jinan û civakê” hem di pirsgirêka jinan, hem jî neteweyan de bi rêbazên afrîner ên ku bi pêş xistine, ji bo pirsgirêka jinan û neteweyî ya ku mijara herî lezgîn a Rojhilata Navîn e, rêbazên têkoşînê yên bi çareserî daye qezenckirin.
Rebaza rast a ku ji bo pirsgirêka jinan were bikaranîn hevkarî û hevgirtina jinan e. Dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” û têkoşîna ku li dora vê fikrê çêbûye, îfadeya vê ya herî şênber e.
Vê çanda têkoşînê û rêbazên ku di guherîn û veguherîna Rojhilata Navîn de hatine ceribandin, encamên ku çêbûne bi eşkerayî nîşan dide. Îro xeta aştî û civaka demokratîk ku Rojhilata Navîn ber bi rastiya we ve dibe divê di lêgerîna çareseriya pirsgirêka jinan de jî weke rêbazeke bingehîn were dîtin.
Li dijî kujerên kastîk têkoşîna bi feraseta komunal
Di dîroka qedîm a Rojhilata Navîn de, jin ne tenê ya zarokan tîne bûn; pêşengên ku civakê bi rêxistin dikirin, xwedî zanîn bûn û vê yekê li ber civakê hîn dikirin. Ew kirdeyên jiyanê bûn, bi xwezayê re di nava ahengiyê de bûn. Weke ku di daneyên arkeolojîk, ên li Girê Xirabreşkê, Newala Çorî, Çatalhöyük de tên dîtin, sembol û avahiyên ku derdikevin hole nîşan didin ku civakîbûn bi jinan hatiye avakirin lê dûre ev pergal bi feraseta kastîk kujer a mêr hatiye desteserkirin.
Feraseta jiyana komunan, bi rengê jinan teşe girt lê dizîna berhemên jinan û daxwaza hepskirina nava qada desthilatdariya xwe, xirakirina jiyana di nava komunan de, ji aliyê mêran ve hat pêşxistin. Bi demêr e van koman, veguherîn kujerên kastîk, bingehên pergalên koledar û despot avêtin. Civakeke duyem hat afirandin. Ango herikîna dîrokê, bi cudakirina vê civakê pêk hat.
Gelek fîlozof û civaknasan vê rastiyê analîz kirine lê pênaseya herî balkêş Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye. Li gorî Abdullah Ocalan tiştên ku li Girê Xirabreşkê yê ku mekanê Serdema Neolîtîk e û derdora wê qewimîne, nîşan didin ku şerê mêran li dijî jinan dest pê kiriye, tam li van axên ku zayîn li wan çêbûye dest pê kiriye. Têkoşîna li dijî vê yekê bi civaka ku di bin rêveberiya xwedawendan de bûye, jin û mêr wekhev jiyane de hatiye dayîn. Çanda xwedawendiyê, îsbat dike ku jin ne tenê weke kes xwedî hêz e, di heman demê de xwedî hêza ku dikare hemû civakê bi rêxistin bike û jê re pêşengî bike ye. Her ku daneyên dîrokî derdikevin, nîşan didin ku jinan ji destpêkê ve mêran pir baş nas kirine û li dijî wan beriya hezara salan tedbîrên xwe girtine.
Nasnameya heyî ya jinan red bikin
Dîroka bi destên mêran hatiye nivîsandin, an van agahiyan ji nedîtîve hatiye yan jî berevajî kiriye. Li gorî gelek daneyên arkeolojîk û antropolojîk ên îro di dest me de ne pêwist e, em rola dîrokî ya jinan ji nûve binirxînin. Zanista jinan (Jineolojî), zûve dest bi lêgerîna dîtina bersiva zanistî ya vê yekê kiriye.
Modernîteya kapîtalîst, li cihê azadkirina jinan, wan bi teşeyên din ji nû ve aniye rewşeke nebes. Amûrên bîrdozî yên netew dewletê, li ser jinan awayên tehekumê yên nû ava kiriye. Jin êdî ne tenê objeyên paşverûtiyan, di heman demê de yên mekanîzmayên kontrola ku li ser navê “azadiyê” hatine pêşkêşkirin in. Vê zexta dualî, jinan ji kokên wan ên dîrokî zêdetir dûr dixe; di warê nasnameyî de wan di nava tevliheviyê de dihêle. Tîpolojiya jinan li Rojhilata Navîn, jinan an weke yên “nayên dîtin” an jî “ên xemilandî” pênase dike. Di herdu rewşan de jî kirdebûyîna jinan hatiye astengkirin. Halbukî jin, hem ji aliyê dîrokî ve hem jî civakî ve avakarên vê axê ne. Ji ber vê yekê, redkirina nasnameya jinan a hatiye ferzkirin, gava pêşîn e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar dike ku di paradîgmaya azadiya jinan de, têkoşîna jinan ne tenê berxwedaneke dîrokî, di heman demê de şoreşeke zanistî, dîrokî û exlaqî ye.
Di hemû serdemê dîrokê de bal tê kişandin ser girîngiya rêbaza têkoşînê. Têkoşîna jinan heta ku dîrokê rast nexwîne û ronî neke nikare bigihîje serkeftinê. Ji ber vê yekê nêzikahiya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîşan dide, hem ji aliyê teorîk, hem jî pratîk ve yek ji rêbazên herî berfireh e.
Vegera jinan a li kokên hebûnê
Dibe ku îro vegera wan deman ne pêkan be lê riya ku ber bi rastiyê ve diçe hê jî heye. Vegera jinan a li kokên hebûnê. Ev rê bi rêbaza rast dest pê dike. Divê ku têkiliya dîrokî ya di navbera jin û mêr de, ji gotinan were paqijkirin û van têkiliyan, ji nû ve bi riyên arkeolojîk, sosyolojık û felsefî werin pênasekirin. Weke ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; "Tu çiqas dîrokê û kevneşopiyan baş bizanibî, roja me û îro û pêşerojê bi dîrokê re bikî yek, ewqas dikarî îro û pêşerojê biguherînî û veguherînî.” Analîzkirina vê tesbîtê bi awayê zanistî û felsefîk, dikare di şoreşên azadiyê yên vê serdemê de jinan bigihîjîne hebûn û nasnameya wan. Jina ku bûbe xwedî nasname di heman demê de dibe îfadaye civaka demokratîk û sosyalîst. Jin ji ber aliyê xwe yê civakî, di rastiyê de sosyalîst e, bandora vê yekê ya li ser jiyanê bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” şênber bûye. Ji ber vê yekê girêdana diyalektîk a di navbera jinan û civakê de, ne bi perçekirin, bi awayê bi hev re divê were destgirtin. Ev yek dê fikrek bide me. Dibe ku ev yek rêbaza rêwîtiya ber bi rastiyê ve be.
Dibêjin ku; ger tu demê di nava têkiliyeke helezonîk de bigrî dest, tu yê bikaribî bi wê sivikbûnê bigihîjî hebûna mekan.
Her çendî vegera li rojên borî pêkan nebe jî; tiştên ku jinan ji çavkaniya dîrokî û civakî bi dest xistine, mirov dikare bi rastiya îro re nîşan bide û veguherîne. Li vir tişta em dibêjin ne paşvebirina jinan, bi zanîna rastiya ku nikare ji paşerojê veqete Geriye dönüş mümkün olmasa da, kadının tarihsel ve toplumsal kaynağından e, derketina rê ye. Avakirina civaka demokratîk, careke din bi zayîna jinan a li ser çavkaniya xwe ya azadiyê pêkan e. Ev çavkanî jî li axên Rojhilata Navîn e. Van axên ku xwedî bingeha wate û hêzê ne. Fikir, reng û navê pêşengiyê ger jin be; dê Rojhilata Navîn bigihîje cewher û rastiya xwe. Bi jiyîna ronîbûn û ronesansa xwe ya ku di nîvî de mabû dikare mohra xwe li vê serdemê bide.
Bêguman ev rê ji bo me jinan bi astengî, înkar, îmha û perçebûna dagirtî ye. Ji bo me her gav tê wateya şer, pevçûn lê di heman demê de jî me gavek din ber bi serkeftinê ve dibe. Dawiya rê nîn e lê di serkeftina wê de hem ji bo jinan hem jî mêran deriyê ronasanseke nû vedibe. Îro bi vegera li vê bîra dîrokî, em dikarin ronasensa jinan a serdema xwe biafirînin. Ji vî alî ve, dema ku em bibêjin rêbaz tenê amûrek nîn e; jin bi xwe ye, di cih de ye û dibe ku rêbaza wê ya herî rast bi jinan re ye.