Li rojavayê Yemenê di sê rojan de zêdetirî 18 hezar kes koçber bûn
Bandora zêdebûna şer û pevçûnên leşkerî li rojavayê Yemenê berfireh dibe, bi pevçûnan re tenê di sê rojan de nêzî 18 hezar û 500 kes ji cih û warên xwe bûn. IOM’yê der barê pêdiviyên bingehîn û tunebûna wan de de hişyarî da.
Navenda Nûçeyan – Zêdebûna bilez a şer û pevçûnên li parêzgehên rojavayê Yemenê yên Taiz û Hudeydayê, bi hezaran malbatan neçar kir ku malên xwe biterikînin. Neteweyên Yekbûyî, der barê xirabûna rewşa mirovî û zêdebûna zexta li ser civakên mêvan û herêmên koçberiyê de hişyariyan da.
Di 72 demjimêran de 18 hezar û 500 kes koçber bûn
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM), ragihand ku di nava 72 demjimêran de ji ber şerê li Taîz û Hudeydayê nêzî 18 hezar û 500 kes ji cih û warên xwe bûne. IOM’yê, ragihand ku pêla koçberiyê di 3’ê Îlonê de dest pê kiriye û ji ber pevçûnên berdewam hejmara malbatên tên herêmê zêde dibe.
Stokên xurek û pêdiviyên stargehê kêm dibin
Li Meqbanah, El-Me'afir û Cebel Hebaşî bi koman mirov koçber dikin û ji nû ve destpêkirina şer û pevçûnan malbatên ku berê koçî Haysê bûne, cara duyemîn koçber kir. IOM’yê, destnîşan kir ku bi şer û qutbûna têkiliyên re, gihandina alîkariyê dijwar dibe û stokên xurek û pêdiviyên stargehê jî kêm dibin.
Navendên pêşwazîkirinê û civakên mêvan ên li başûrê Taîzê û li perava rojava, ji ber hatina malbatên ku ji şer direvin di bin zexteke zêde de ne. IOM’yê, ragihand ku malbatên koçber bi lezgînî hewcedarên xurek, alîkariya drav, stargeh, ava paqij, pêdiviyên paqijiyê û karûbarên tenduristiyê ne.
Hinek malbatan neçar mane gelek caran malên xwe biterikînin
Serokê Mîsyona Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê ya li Yemenê, ragihand ku gelek malbat bêyî stargeh û xurekê digihîjin herêmên koçberiyê û hinek malbat jî ji ber pevçûnê neçar mane gelek caran malên xwe biterikînin.
Banga parastina sivîlan û gihandina alîkariya mirovî
Rêxistinê, destnîşan kir ku derketina bi ewle ya ji deverên xeta pêşîn dijwar bûye û bang li aliyên bi pevçûn kir ku sivîlan biparêzin, riyên derbasbûnê yên ewle ava bikin û gihandina bê asteng a alîkariya mirovî misoger bikin.
Her wiha rêxistinê, bang li rêxistinên bexşker kir ku hewcedariyên heyî ji çavkaniyên berdest zêdetir in divê ji nû ve dagirtina stokên awarte bilez bikin û ji bo mudaxeleya mirovî fînansmana pêwîst mîsoger bikin.