‘Li Rojava heta Şoreşê pîrozkirina Newrozê qedexe bû’

Endama Mala Jinê Nafiya Eseid anî ziman ku di dema Rejîma Baasê de pîrozkirina Newrozê qedexe bûye û got bi saya Şoreşa Rojava, Newrozê bi serbilindî û serbestî pîroz dikin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Tevî qedexe û tepeserkirina salan a ji aliyê Rejîma Baasê ve, jinên Kurd bi bêdengî û wêrekî agirê Nowrozê pêxistin, mîrat û nasnameya xwe parastin. Bi destpêkirina şoreşê re, Nowroz dîsa bi awayek azad hate pîrozkirin, bû sembola berxwedanê, vegerandina mafan û şahidiyek zindî ku tu hêz nikare îradeya azad bişkîne.

Endama Mala Jinê Nafiya Eseiid ji ajansa me re anî ziman ku di dema Rejîma Baasê de pîrozkirina Newrozê qedexe bûye.

‘Ji ber Rêjîma faşîst, em nikaribûn derkevin û Newrozê pîroz bikin’

Nafiya Eseid di despêka axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên ku di dema Rejîma Baasê de di Newrozê de derbas dikirin de û wiha got: “Rejîma Baasê gelek zilm li Kurdan kir. Newroz ji dema bav û dapîran de heye. Me dixwest ku em Newroza xwe pîroz bikin, lê Rejîma Baasê nedihişt. Tê bîra min dema ku ez zarok bûm, ji ber Rejîma Baasê ya faşîst, me nikarîbû ku em derkevin û Newrozê pîroz bikin. Me mûm û hinek agir di malên xwe de vêdixistin. Me ji dayîka xwe re digot ma ne Newroz pêwîst e li derve were pîrozkirin, dayîka min digot mane wê Rêjîma Baas were me qetil bike û ji ber vê em ditirsin ku li derve Newrozê pîroz bikin. Carna dayîka min, me derdixist çolê, dikir newalan û me Newroza xwe pîroz dikir.”

‘Newroza me heta sala 2011`an qedexe bû’
Nafiya Eseid diyar kir ku dema keç û xortên ku agirê Newrozê vêdixistin, Rejîma Baasê wan bi salan di zîndanan de dihişt û wiha pê de çû: “Carek, tê bîra min em ketin newalek, baran dibariya, em çûn maleke Ereban. Wê male me pêşwazî kir û gotin çima Rejîma Baasê nahêle ku hûn Newroza xwe pîroz bikin? Ew jî kêfxweş bûn, ji ber vê çifte berdan. Rejîma Baasê êrîş kir, got çima we çifte berdan û em bazdan, her kes çû bi cihekî. Di dema Rejîma Baasê de tu kesî nikarîbû bi erebeyan here Newrozê. Ji ber vê em diketin traktorek û diçûn. Newroza me heta sala 2011`an li me qedexe bû. Xortan agirê Newrozê vêdixistin, ew xort bi salan di zîndanê de dihiştin û îşkenciyek giran li ser wan pêkdianîn. Rejîmê ji wan xortan re digot çima hûn agirê Newrozê vêdixin, Newroz li gel me tuneye?”

‘Lawê min di rê de hat girtin, gotin te çima li agirê Newrozê nihêrtiye’

Nafiya Eseid ragihand ku dema li ber deriyê xwe agir vêxistine, 4 tîmên agirkujiyê hatine ew agir vemirandine û wiha pê de çû: “Lawê min yekî tenê bû, derket ku ji min re ard bîne ji bo ku ez kulîçeyan ji Newrozê re çêkim. Lawê min di rê de hat girtin, gotin te çima li agirê Newrozê nihêrtiye. Em derketin me Newrozê bi dilekî şikestî, pîroz kir. Min got ku 10 lawên min jî di zîndanan de bin, ezê derkevim û min Newroza xwe pîroz kir. Salekî jî em derketin, Rejîma Baasê li cihê ku em lê Newrozê pîroz dikin, ax vala kir. Me bi destên xwe ew ax serereast kir, ji bo ku gelê me karîbe Newrozê li ser pîroz bike. Rejîma Baasê her tiştê Kurdan dibirin. Em Kurd jidayîk bûne û emê Kurd bimînin û em serbilind in ji Kurdîtiya xwe. Gelek caran êrîşî jinan dikirin, lê tevî hertiştî me pîroz kiriye.”

‘Bi sedan xort ji bo Newrozê hatin şehîdkirin’

Nafiya Eseid destnîşan kir ku Rejîma Baasê wan ji maf, çand, hebûn û hertiştên wan dûr xistiye û wiha got: “Mamosteyên di dibistanên Rêjîmê de, derî li zarokên me kilît kirin, ji bo ku zarokên me neyên û Newrozê pîroz nekin. Rejîma Baasê me ji maf, çand, hebûn û hertiştên me dûr xistibû. Di sala ku Şoreşa Rojava despêkir de, me agirê Newrozê vêxist, 3 xortên me çûn ji bo ku cilên Kurdî lixwekin, Rejîma Baasêew qetil kirin. Çi boneyên Kurdan heba, Rejîma Baasê pirsgirêk ji me re derdixist. Bi sedan xort ji bo Newrozê hatin şehîdkirin. Tevî hertiştî me Newroza xwe pîroz dikir.”

Rejîma Baasê ji bo astengkirina Newrozê, 21’ê Adarê wek Cejna Dayîkê îlan kir

Nafiya da zanîn ku Rejîma Baasê ji bo ku Kurd Newrozê pîroz nekin, 21`ê Adarê wek Cejna Dayîkê îlan kiriye û ev agahî dan: “Xortek bi nave Silêman, derbasî Qesra Komarî ya Rejîma Baasê dibe û daxwaza Newrozê dike. Nobedarê Qesra Komarî, ew xort şehîd xist. Kurdan gotin emê rabin ku bi çi awayî be emê Newrozê pîroz bikin û bila kes nebêje Kurd mirî ne, em hene. Bi sedan wekî Silêman ji bo Newrozê hatin şehîdxistin.”

‘Şoreşa Rojava şoreşek pîroz bû û em bi vê şoreşê serbilind in’

Nafiya Eseid da zanîn ku Rejîma Baasê pêkhateyên Ereb li dijî wan sor kiriye û wan çaxan wiha vegot: “Ji biçûkaniya me ve Newroz li me qedexe kirin, heta Ku Şoreşa Rojava destpê kir. Piştî Şoreşê, gelê Kurd bi serbestî derdiket Newroza xwe pîroz dikir. Piştî Şoreşê jî çend salên despêkê Ereban bi keviran êrîşî me dikir. Dema ku em diçûn Newrozê, bi keviran Erebeyên me dişkandin. Rejîma Baasê pêkhateyên Ereb li dijî me radikirin. Rejîma Baasê ji bo Newrozê gelek jin avêtin zîndanan. Baş e ku şoreş hat despêkirin, ji ber Şoreşê, xwîna şehîdan û bi fikir û felsefeya Rêber Apo, gelê Kurd bi serbilindî û serbestî hemû boneyên xwe pîroz dikin. Piştî 2011`an û pê de, gel bi coş û heyecanek bilind Newrozê pîroz dikin. Şoreşa Rojava Şoreşek pîroz bû û em serbilind in bi vê Şoreşê.”

‘Em pir kêfxweş in ku wê îsal Efrînî Newroza xwe li Efrînê pîroz bikin’

Nafiya Eseid anî ziman ku îsal 8`ê Adarê bi dilek şikestî hatiye pîrozkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di hemû boneyên me ku hene de, em diçin  Gorîstana Şehîdan, li ser goran mûman vêdixin û em dibêjin hûn di dilê me de sax in, tu carî namirin. Em gelek kêfxweş bûn ku wê îsal gelê Efrînê Newroza xwe li Efrînê pîroz bike û em bi hêvî ne ku her koçberek vege e û Newroza xwe li cih û warên xwe pîroz bike. Ez dibêjim hemû gelê me, derkevin bi cil û bergên Kurdî Newroza xwe pîroz bikin. Newroza 2026`an li Rêberê netewî, li gêrîlayên serê ciya, li şervanên ku di çeperên şer de ne, rêxistinên jinan û li tevahî cîhanê pîroz dikim.”