Li Reqayê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
Ji bo Azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jinên bajarê Reqayê meşeke rengîn li dar xistin. Di dema meşê de gelek çalakiyên hunerî û çandî hatin lidarxistin.
Reqa – Meşa ku ji pira El- Raşid dest pê kir û heta pira kevin a Reqayê domiya, bi helbest, stranên gelêrî stranên gelêrî yên jinan bi şanoyên cuda, hewayek bêhempa li peravê çemê Reqayê belav bû.
Çalakî, ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Kombûna Jinên Zenûbiyayê ve hat lidarxistin. Di meşê de daxwazên mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ziman.
Meşa ku di çarçoveya kampanyaya rêzeçalakiyên li dijî tundiya li ser jinan de ji aliyê Platforma Hevpar a Rêxistinên Jinan ve hat destpêkirin, di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî Xwe Biparêze” de hat lidarxistin.