Li Ranyayê mirina bi guman a jinek ciwan

Li bajaroka Ranya ya Silêmaniyê jinek ciwan bi awayek bi guman mir. Şopên guleyan li ser bedena wê hatin dîtin û polîsan li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kir.

Navenda Nûçeyan- Li herêma Kurdistanê her ku diçe mirina bi guman a jinan zêde dibe. Kujer ji bo ku xwe ji ceza rizgar bikin, wek xwe kuştin an jî mirina bi guman nîşan didin.

Duh jinek di navbera 18-20 salî de, gihandin beşa lezgîn a nexweşxaneya Ranyayê. Lê belê li gorî gotinên bijîşkan, beriya bighînin nexweşxaneyê miriye. Şopên guleyan li ser bedenê jinê hatin dîtin.
Çavkaniyên ji nexweşxaneyê, diyar kir ku ji bo sedema rastîn a mirina jina ciwan bê famkirin, cenaze jsewqî bijîşka dadweriyê kirine. Hûrgîliyên zêdetir li ser nasname û sedemên beriya bûyerê nehatin eşkerekirin. Polîs li benda encamên lêkolînê ne.
Ev bûyer jî di demeke ku tenê di meha Çileya îsal de 8 jin bi awayek guman mirine an jî hatine kuştin de qewimî.