Li Qamişloyê komxebata diyalogê dest pê kir

Di çarçoveya kampanyaya Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan de, îro li bajarê Qamişloyê, bi komxebatek bal hat kişandin ser bihêzkirina têkoşîna hevbeş li dijî tundiya li ser jinan.

Qamişlo – Di civakeke ku tundî li dijî jinan hê jî bi awayên cuda xwe nîşan dide de, parastina maf, nasname û azadiya jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, erka hemû civakê ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî tundiyê divê ji çarçoveya rojekê derbas bibe û bibe helwesteke civakî ya domdar, li ser bingeha wekhevî, dadwerî û rêzgirtina ji hebûna jinan ava dibe.

Di vê çarçoveyê de, Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinn îro li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Komxebatek diyalogê bi beşdariya hejmarek ji tevger û rêxistinên jinan li dar xist.

Komxebat bi dirûşma “Ji bo bidawîanîna tundiya li dijî jinan, bibin yek. Jin Jiyan Azadî” hat lidarxistin. Armanca wê jî vekirina nîqaşên li ser rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê, yekrêziya hewldanên jinan û bihêzkirina piştgiriya civakî ji bo avakirina jiyana azad û bê tundî ye.

Girîngiya têkoşîna jinan

Piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Bêrîvan Omer bi xêrhatina hemû beşdarên komxebatê kir. Bêrîvan bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinan ji bo parastina maf û azadiyê û li dijî hemû cureyên tundiyê her wiha tekez kir ku 25’ê Mijdarê derfetek e ji bo nûkirina soz û helwestên hevbeş di pêşxistina têkoşîna li dijî tundiyê de.

Di komxebatê de sê mijarên sereke hene. Ji aliyê siyasete ve Semer Ebdelah, aliyê hiqûqî ve Îlham Mitlî û mijara entegrasyonê ji aliyê Bêrîvan Xalid ve dê bê nîqaşkirin. Her yek ji van mijaran dê ji aliyê cuda ve li ser rewş, maf û astengiyên ku li pêşiya jinan hene were nirxandin.