Li Qamişlo pergala komînan hat nîqaşkirin
Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya ‘Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e’ konferansa yekem a Komînan hate li dar xistin.

Qamişlo – Rêveberiya Xweser, li hola Zana ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin dirûşmeya ‘Komîn bingeha avakirina aştî û civaka demokratîk e’ konferansa yekem a Komînan li dar xist. Konferans, bi beşdariya Komînan, Meclisên Komînan, Meclisên bajaran, Saziya Malbatên Şehîdan, Endamên Meclisa Ol û Baweriyan, Endamên Şaredariya bajarê Qamişlo, Rêxistina Kongra Star û PYD’ê hate li dar xistin.
Di konferansê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bendên girêdayî Komînan yên heyvpeymana civakî hate xwendin, rewşa siyasî, rewşa komînan wekî zehmetî û pirsgirêkên komînan hate nîqaşkirin û pêşniyar û plansaziya kar û xebatê hate diyar kirin.
‘Sûriyeyê di Rojhilata Navîn de xwedî cihekî stratejîk e’
Piştî deqeyekî rêzgirtin Berdevka Partiya Yekîtiya Deomkratîk (PYD) Hediya Yûsif, rewşa siyasê ya Rojhilata Navîn nirxand û wiha got: “Li ser nexşeya Rojhilata Navîn şerekî mezin heye û hemû kes dixwaze nexşeya Rojhilata Navîn wekî xwe avabike. Bi hilweşîna Rêjîma Baas û bi hatina Rêveberiya Demkî re rewşa Sûriyeyê roj bi roj xirabtir dibe. Hemû welatan dixwazin li ser Sûriyeyê serweriya xwe pêkbînin. Sûriyeyê di Rojhilata Navîn de xwedî cihekî stratejîke û ger rewşa Sûriyeyê were zelal kirin wê rewşa Rojhilata Navîn jî zelal bibe. Dewleta Tirkiyeyê bi şêwayekî aktîf di tevgerê de ye û dixwaze Sûriyeyê wekî xwe birêve bibe û rojane li ser Rêveberiya Demkî tekez dike ku dewletekî navendî avabike. Rêber Apo jî dibêjê, “Pêwîste li Rojavayê Kurdistanê şer were rawestandin.””
Pêşniyarên ku hatin kirin, wê ji aliyê Endamên saziyan û komînan di Konferansa giştî de werin pêşkêş kirin.
Konferans, bi dirûşmeya ‘Bê serok jiyan nabe’ bi dawî bû.