Li Qamişlo meşa ji bo Roja Zimanê Kurdî
Bi boneya Roja Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) li bajarê Qamişlo meşeke girseyî li darxist.

Qamişlo – Bi boneya Roja Zimanê Kurdî Rêveberiya dibistanên Qamişlo, Yekîtiya Mamosteyan û Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Qamişlo bi dirûşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekê rewa û bingehîn e” û bi tevlîbûna hezaran mamoste û şagirtên dibistanan meşekî girseyî lidarxistin. Meş ji çerexereya Ekaş a bajêr destpêkir û heya Stadyuma Heyesem Kiço dewam kir.
Di meşê de pankartên bi ser navên “Zimanê Kurdî nasnameya me ye”, “Her tîpek zimanê Kurdî dîrok û şaristanîyekî hildigre” û “Bê ziman jiyan nabe” hatin berz kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Dibistanên Qamişlo Sîlva Şêxî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku destkeftiya herî mezin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîna perwerdehiya bi zimanê dayikê ye û hat gotin ku divê ev destkeftî bê parastin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.