Li Qamişlo meş: Dem dema azadiya Rêber Apo ye
Şêniyên bajarê Qamişlo bi diruşma “Dem dema azadiya Rêber Apo ye” bi meşekî daketin qadan û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman.

Qamişlo – Li dijî tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo ê Kantona Cizîrê a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi diruşma “Dem Dema Azadiya Rêber Apo ye” meşiyan.
Meş li gel Çerxereya Osman Sebrî a bajêr destpê kir û heya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam kir. Di meşe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.
Paşê li ber Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yekane riya azadiya tevahî gelan û pêkhateyan e.
‘Heya dawiyê têkoşîn’
Rêveberiya Kongra Star a bajarê Qamişlo Leyla Murad ji ajansa me re axivî û got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em li qadan e. Ji bo me ev qadên rûmetê ne. Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê û pergala îşkence ya Îmraliyê xilas bibe em ê li qadan bin û têkoşîn bikin. Wekî jin heya dawiyê em li pêy fikra Rêberê xwe ne.”
Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan ya bajarê Tirbêspiyê Ferma Elî jî wiha got: “Em wekî dayikên şehîdan îro ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo daketine qadan. Wek dayikên şehîdan heya dilopek xwîna me hebe emê têkoşîn bikin. Em ê heya dawiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li qadan bin. Em bi kelecanek mezin li bendê ne ku em Rêber Apo di nava xwe de bibinîn.”
Meş bi diruşmeyan bi dawî bû.