Li Qamişlo jinan têkoşîna li dijî xwekuştinê nîqaş kirin

Li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistina Sara, li dijî xwekuştinê panelek li dar xistin.

Qamişlo – Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevkariya Rêxistina Sara, di bin dirûşmeya “Werin em bi hev re ji bo vejandina hêviyê bixebitin” panelek li dar xistin. Panel, bi tevlîbûna endamên Rêxistina jin, endamên Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiyên Rêxistina Sara, Rêxistinên Civaka Sivîl û Endamên saziyên Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo hate lidarxistin. 

Di panelê de 4 mijarên serekê hatin nîqaşkirin. Mijara têkildarî xwekuştina jinan a di nerîna civakê de ji aliyê endama Rêxistin Sara Nisriya Mehmûd ve, mijara duyem a têkildarî xwekuştin jinan a di aliyê olî de ji aliyê Endama Meclisa jin ya Islama Demokratîk Emîra El-Izo ve hate nîqaşkirin.

Mijara sêyemîn a binavê sedemên piskilojîk yên xwekuştinê jî ji aliyê Endama Rêveberiya Desteya Jin Maya Şabo ve û mijara çaremîn a li gorî protokolên navneteweyî, şer û pevçûn û bandorên wan li ser jiyana mirovan jî ji aliyê Rêveberiya Mafê Mirovan Evîn Cuma ve hate nîqaşkirin. 

‘Xwekuştin bandorên demdirêj li ser zarok û nifşê nû dihêle’ 

Di panelê de hate diyar kirin ku xwekuştin qeyranek kûr a derûnî û civakî temsîl dike û ev yek ji ber kombûna çend faktoran mîna depresyon, fikar, bêhêvîtî, zextên derûnî û civakî, zêdekirina tundiyê yên cûrbecûr yên mîna (derunî, fîzîkî û cinsî), ji hevdûrxistina malbatê, xizanî, bêkarî û çewisandin pêkte. Hate destnîşan kirin ku xwekuştin ne tenê kiryarek yek mirovî ye, nîşanek pirsgirêkên berfirehtire ku bandorê li malbat û civakê dike û bandorên demdirêj li ser zarok û nifşê nû dihêle. 

‘Ji bo misogerkirina afirandina hawirdorek ewle rola rêxistinên civaka sivîl û saziyan girîng e’

Beşdaran, vê mijar bi berfirehî nîqaş kirin û diyar kirin ku diyardeya xwekuştinê li ser civak û nifşê nû bandorek mezin dike û ev yek ne tenê qeyranek yekmirovî  ye, di heman demê nîşaneya pirsgirêkên civakî û derûnî yên berfirehtir e. Beşdaran, dan zanîn ku ji bo çareserkirina vê yekê pêdivî hewildanên hevgirtî heye. Jinan, balkişandin li ser girîngiya zêdekirina piştgiriya derûnî û civakî, aktîvkirina bernameyên hişyariyê û xurtkirina nirxên hevgirtin û hevgirtina di navbera endamên civakê de. Di panelê de rola rêxistinên civaka sivîl û saziyên rêveberiya xweser di peydakirina çareseriyên pratîkî û piştgiriya berdewam de ya ji bo misogerkirina afirandina hawîrdorek ewle ku hêvî û jiyanek baş ji bo her kesekî peyda dike, hate tekez kirin.  

‘Armanca me li dijî xwekuştinê hişyarkirina civak û zaroka ne’

Endama Koordînasyona Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Beşar, der barê panêlê ji ajansa me re axivî û armanca xwe ya pêkanîna panelê de wiha got: “Ev cara duyemîn e em der barê xwekuştinê de panelan li dar dixin. Cara ewil i bajarê Reqayê hat lidarxistin û ji Tebqa û Kobanê jî beşdarbûn çêbû. Bûyerên xwekuştinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye, lewma em jî weke Meclisa Jin ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest bi rêya panelan di nava civakê de zanebûnê zêde bikin. Panel, bi hevkariya Rêxistina Sara, Meclisa Jin a Kongra Islama Demokratîk, Desteya Jin û Mafê Mirovan, bi nîqaşkirina 4 mijarên sereke pêkhat. Di mijaran de gelek nîqaş hatin kirin û ji bo pirsgirêkan çareserî jî hatin dayin. Em dixwazin van mijarên çareseriyê bigîhînin hemû malbatan ku zarokên xwe ji bûyerên wiha biparêzin. Ji ber ku diyardeya xwekuştin bandorek pir mezin li ser civakê çêdike.”

Di dawiya panelê de,  pêşniyarên çareserkirinê yên mîna zêdekirina piştgiriya derûnî û civakî, ji bo jinan avakirina qadên biewle, teşwîqkirina mirovan ji bo lêgerîna alîkariyê, bilindkirina hişmendiya civakê li ser xetereyên tundiyê û madeyên hişber, xurtkirina têkiliyên malbatî, li dibistan û zanîngehan afirandina cihên ewle ji bo diyalogê û pêşxistina jêhatîbûn û berjewendiyên ciwanan hatin dayîn. Ev xebat, bi armanca kêmkirina xwekuştinê û avakirina civakek ku hêvî û jiyanek bi rûmet ji bo hemû kesê mîsoger dike, hate pêkanîn.