Li peravên Lîbyayê 7 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li peravên Lîbyayê ya li Rojhilatê Trablusê trajediyek din hate jiyîn. Li herêma Quasr El-Axyarê 3 jê zarok cenazeyê 7 koçberan hate dîtin.
Navenda Nûçeyan – Koçberiya neqanûnî ya li ser Deryaya Spî, dibe sedema mirina koçberên ji Afrîkaya Başûrê Sahrayê tên. Xeyala jiyankirina li Ewropayê, gelek caran vediguhere rêwîtiyek xeternak ku bi dramayek mirovî ya trajîk re encam dibe.
Li peravên Lîbyayê ya li Rojhilatê Trablusê trajediyek din hate jiyîn. Li herêma Quasr El-Axyarê 3 jê zarok cenazeyê 7 koçberan hate dîtin.
Çavkaniyên medyayê, ragihandin ku tîmên dilxwaz piştî wergirtina raporê bilez ber bi herêmê ve çûn û cenazeyên koçberên ji Efrîkaya Başûrê Sahrayê wergirti. Her wiha hate diyar kirin ku der barê hejmara kesên li keştiyê de agahiyên zelal nîne û dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir be.
Xaça Sor a Lîbyayê di daxuyaniya xwe ya fermî de, diyar kir ku şaxê Xomsê li peravê a lêgerîn û rizgarkirinê dimeşîne û ji bo dîtîna cenazeyên din xebatên xwe didomîne.
Bajarokê Quasr El-Axyar, 73 km li rojhilatê Trablusê cihdigre û mîna yek ji wan deveran ku cenazeyên koçberan a di dema derbasbûna neqanûnî de li peravê tê dîtin e.
Hûrguliyên qezayê û şert û mercên noqbûna keştiyê hêj nayê zanîn û rêwîtiya deryayî ya koçberan a ber bi peravên Ewropayê ve her ku diçe xeternaktir dibe.
Her sal bi sedan kes dema hewl didin bi keştiyên qerebalix û ne ewle xwe bigihîn Başûrê Ewropayê jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, par zêdetirê 2 hezar û 100 koçber dema ku hewl didan Deryaya Spî derbas bibin jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûn. Ev rê, wekî yek ji rêyên koçberiyê yên herî kujerder a cîhanê tê hesibandin.