Li peravê Yemenê bîlanço giran bû: Herî kêm 76 kes mirin

Li peravê Yemenê keştiyeke ku koçberên ji Etîyopyayê dihilgirt, noqî avê bû û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane herî kêm gihişt 76’an.

Navenda Nûçeyan – Yemen ji bo koçberên ku bi taybetî dixwazin bigihijin welatên Kendavê yên mîna Siûdî Erebistanê, hîn jî yek ji rêyên xeter ên derbasbûnê ye.

Trajediya dawî, li Kendava Aden ku yek ji rotayên koçberiya xeter e, li wîlayeta Abyan a li başûrê Yemenê qewimî.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ragihand ku herî kêm 76 kes jiyana xwe ji dest dan, 32 kes hatin rizgarkirin û bi dehan kes hîna winda ne.

IOM’ê diyar kir ku bi giştî 157 kes di keştiyê de bûn. Hin kesên hatin rizgarkirin, sewqî bajarê Aden ê li nêzî herêmê hatin kirin.

IOM’ê berê hejmara miriyan weke 68 ragihandibû, lê hejmara miriyan zêde bû. Aqûbeta windayan jî hîna nayê zanîn.