Li Pencabê di deh rojan de 42 zarok ji ber nexweşiya zature mirin

Li eyaleta Pencabê ya Pakistanê di 10 rojên dawî de ji ber mij û hewayê qirêj 42 zarok ji ber nexweşiya zature mirin.

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Pencabê ya Pakistanê mij û qirêjiya hewayê bandoreke neyînî li jiyanê dike. Di 10 rojên dawî de ji ber mija ku bû sedema zêdebûna nexweşiya zature, 42 zarok jiyana xwe ji dest dan.

Bûyerên zatureyê bûn 7 hezar û 700

Di daxuyanîya ku ji aliyê Wezareta Tenduristîyê ya Pencabê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di nexweşiya zatureyê zêdebûneke cidî heye û bi sedan zarok ji ber nexweşiya zatureyê hatine dermankirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh 21’ê Çileyê 668 nexweşên zatureyê hatine tesbîtkirin û li eyaletê hejmara pêketiyên zatureyê bûye 7 hezar û 700.