Li navçeya Mabeta ya Efrînê jinek hat qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li navçeya Mabeta ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wî de ye, jineke 40 salî hatiye qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê diyar kir ku li gundê Avrazê yê navçeya Mabetayê ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye jineke 40 salî hatiye qetilkirin. Rêxistinê diyar kir ku cenaze 18'ê Îlonê li nava zeytûnan bi darvekirî hate dîtin.
Li gorî agahiyan jin a bi navê Heyat ji gundê Qergolê yê navçeya Bilbilê bû û cenazeyê wê li taxa Zêdiyê hatiye veşartin.