Tayyîba Nazarî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve hate girtin
Roj nîne ku li Îranê mirovên akademîsyen, mamoste, xwandevan, aktîvîst û siyasetmedar neyê girtin û darvekirin. Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê 4 sal cezayê girtîgehê li Tayyiba Nazarî birî.
Navenda Nûçeyan – Tayîbe Nazarî, mamosteya teqawîtbûyî û dayika parêzera çûyî ser dilovaniya xwe Meryem Arvîn, ji aliyê Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve çar sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ceza li ser bingeha tohmetên "civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî" û "çalakiyên propagandayê li dijî rejîmê" ye û tê gotin ku ev ceza dê bi cezayek girantir were bicîhanîn.
Biryar ji hêla Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve hatiye birîn
Li gorî biryarê, Tayyîba Nazarî bi sûcê "civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî" 4 sal û bi sûcê "çalakiyên propagandayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê" 1 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Li gorî qanûnê, cezayê girantir ê 4 salan dê were sepandin. Li gorî agahiyan, biryar ji aliyê Dadwer Xulamreza Akbarî Muqaddam ê Daîreya 1’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê ve hatiye dayîn.
Tevlêbûyîna merasîmê weke suç tê destgirtin
Li gorî dosyayê, sûcdariyên li dijî welatiya navborî li ser bingeha beşdarbûna wê di merasîma bîranînê ya Xosrew Elîkurdî ya rehmetî de di 12’ê Kanûna sala 2025’an de û beşdarbûna wê di hin xwepêşandanên protestoyî de ne. Lêbelê, xizmên Tayîba Nazarî tekez kirin ku ew tenê ji bo sersaxî û rêzgirtina ji malbata Xosrew Elîkurdî re beşdarî merasîmê bûye, û ew beşdarî tu çalakiyek rêxistinî an çalakiyên dijî-ewlehiyê nebûye.