Li Minbicê zarokek di êrişa dewleta Tirk de birîndar bû
Dewleta Tirk û çeteyên wê saet di 03:00`yan de gundê Ewn Dadat ê Minbicê topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokek birîndar bû.

Minbic – Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidetxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên saet di 03:00`an de gundê Ewn Dadat ê li bakurê Minbicê topbaran kir. Di encamê de zirar li 2 malan bû.
Her wiha zarokek ji zikê xwe de birîndar bû. Zaroka birîndar, li Nexweşxaneya Texesûsî tê dermankirin.