Li Mexribê polîtîkayên dûrxistina jinan ji siyasetê hat nîqaşkirin
Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê bi panelek behsa zêdebûna tundiya siyasî di nava partî û parlamentoyê de kir. Penelîstan diyar kirin ku dûrxistin, reşkirin û zordariya sîber, tevlîbûna jinan a siyasetê sînordar dike.
HENAN HARÎT
Mexrib – Bi armanca vegotina astinên di qada siyasî de li pêşiya jinan hatine çêkirin li Mexribê panelek hat lidarxistin. Beşdarên panelê tekez kirin ku divê nirxandina zagonên hilbijartinê û krîmînalîzekirina tundiya siyasî ji bo misogerkirina wekheviyê û parastina jinan di jiyana giştî û saziyan de ji nû ve were kirin.
Di çarçoveya çalakiyên kampanyaya 16 rojan a Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribê duh ango roja 25´ê Mijdarê, di çarçoveya Tevgera Demokrasiyê ya Wekheviyê de, bi dirûşma "Ji bo wekheviyê û li Dijî Tundiya Siyasî ya li Dijî Jinan di projeyên qanûnên têkildarî pergala hilbijartinê de" civînek çapemeniyê li dar xist.
Di panêlê de, çalakvanên mafên jinan hişyarî li ser zêdebûna tundiya siyasî ya ku jinên Mexribê di nava partî û parlamentoyê de pê re rû bi rû dimînin kirin û tekez kirin ku tevî hebûna qanûnên parastinê dûrxistin, heqaret û şermezarkirin hê jî beşdariya wan a siyasî sînordar dike, hewcedariya jinan bi mekanîzmayên bi bandortir ji bo misogerkirina wekheviyê heye.
Di panelê de, daxwaz kirin ku temsîliyeta siyasî ya jinan wekî mafek were pejirandin, pratîkze bibe û her reforma hilbijartinê divê li ser bingeha misogerkirina beşdariya adil û wekhev a jinan be.
Tundiya siyasî ya li dijî jinan îro bi vegera li qanûnên hilbijartinê ve girêdayî ye
Der barê dûrxistina jinan ji nîqaşan de jî ji ber ku weke cureyek tundiyê ye, çalakvana mafên mirovan Xedîja El Rabah ku endama Komeleya Demokratîk a Jinên Mexribî, got: "Tundiya siyasî ya li dijî jinan îro bi vegera li qanûnên hilbijartinê ve girêdayî ye. Wezareta Karên Hundur ji destpêka vê salê ve dest bi nîqaşê kiriye. Ev nîqaş bi awayekî dûrxistinê, bêyî nirxandina ezmûnên berê, beşdarbûna bazarên jinan di nava partiyan, an şêwirmendiya bi komeleyên civaka sivîl ku di warê demokrasî û mafên jinan de çalak in hatine kirin.
Daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir ên li ser "pêşketinê" di temsîliyeta jinan de bi riya lîsteyan tiştekî ne nû ye. Berê di hilbijartinên 2021’ê de hatibû pejirandin û bi 90 kursiyan bi encam bû. Ji ber vê yekê ev pêşketinek rastîn nayê hesibandin. Nîqaşkirina qanûnan di nav parlementoyê de çêbe û bendên têkildarî misogerkirina beşdariya siyasî ya jinan paşguh kiriye, ev yek jî berdewamkirina zihniyetek nîşan dide ku beşdariya jinan wekî mijarek duyemîn dibîne.”
‘Jinên di karên siyasî de dixebitin rastî heqaret şantajên dîjîtal û devkî tên’
Çalakvana siyasî Kabîra Şatêr jî di panelê de piştrast kir ku tundiya siyasî ya li dijî jinan li Meribê û tevahiya herêmê bûye "rastiyek bi tirs", û destnîşan kir ku Qanûna 103-13 tevî giraniya wê jî vê cure tundiyê çareser nekiriye. Her wiha da zanîn ku jinên di siyasetê de dixebitin, ji bilî sînorkirinên di nava partiyan de û dûrxistina ji cih û wezîfeyên namzediyê û biryardayînê, rastî heqaret, şantajên dîjîtal û devkî tên.
Kabîra Şatêr her wiha ezmûna Mexribê bi ya Tunisê re muqayese kir û got ku di warê krîmînalîzekirina tundiya siyasî de pêşketinek girîng bi dest xistine, gavên mezin avêtine û tekez kir ku pêdiviya Mexribê bi îradeyek rastîn heye ji bo parastina jinan di jiyana giştî de. Kabîra Şatêr wiha domand: “Gotinên cudakar û ne layîq ên hinek rayedaran cureyek tundiya siyasî ne ji ber ku ev yek tê wateya biçûkxistina jinan. Ev çandeke pergalî nîşan dide. Jin ji aliyê siyasî ve tên marjînalîzekirin. Jinên jîr û wêrek di namzediyê de li şûna mêrên kêm tecrube tên hilbijartin ku ev yek jî beşdariya siyasî ya jinan sînordar dike.”
Jinên Mexribê îro xwedî astên bilind ên perwerde û ezmûnê ne
Kabîra Şatêr xwest bi nirxandineke berfireh li ser qanûnên hilbijartinê û partiyên siyasî were sekinandin da ku tundiya siyasî ya li dijî jinan weke krîmînalîze were hesibandin û parastina wan di nava saziyan û qada giştî de were misogerkirin. Her wiha destnîşan kir ku êrîşên devkî û fîzîkî yên li dijî jinên siyasetmedar ne tiştekî nû ye bi behskirina bûyerên çewisandina siyasî û dîjîtal ku parlamenterên jin hedef girtin û bandorê li tenduristiya wan ji aliyê derûnî û fîzîkî ve kiriye û wiha bi dawî kir: “Ji bilî wê jî bûyera şêwirmendeke jin ku ji Meclîsa Şêwirmendan (2016-2021) îstîfa kir da ku cih ji bo mêrekî ji heman saziyê re veke. Jinên Mexribê îro xwedî astên bilind ên perwerde û ezmûnê ne û dûrxistina wan nikare bi hinceta "nebûna astê" were rewakirin. Dîroka Mexribê bi xwe rola jinan di berxwedan û çalakiya neteweyî de nîşan dide, tevî nexwendinê jî. Ez ê piştgriya xwe bi jinên li welatên şer û bi pevçûn ên weke Filistîn, Sûriye, Sûdan û Yemenê her weha jinên Ukrayna û Rûsyayê yên ku rastî binpêkirinan tên diyar dikim.”