Li Mexribê parêzvanên mafên mirovan ên jin bi heqaretê re rûbirû dimînin
Beşdarvanên semînera ku ji hêla Komeleya Jinên Ciwan a ji bo Demokrasiyê ve bi hevkariya Parêzerên Bêsînor hate organîzekirin, piştrast kirin ku parêzvanên mafên mirovan ên jin li Mexribê bi sînorkirinên zêde re rûbirû ne.
HENAN HERÊT
Mexrib – Di semînerekê de ku ji hêla Komeleya Jinên Ciwan a ji bo Demokrasiyê ve bi hevkariya Parêzerên Bêsînor ku duh hate organîzekirin, de Aktîvîstên mafên mirovan ên jinan û civaka sivîl, ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku parêzvanên mafên mirovan ên jin li Mexribê pê re rûbirû dimînin, bal kişandin ser rastiya tevlihev a ku çalakvanên jin di navbera qedexeyên qadê û şîdeta dîjîtal de asê mane, dijîn.
Di qada dîjîtal de tundî tê kirin
Beşdaran tekez kirin ku ev rastî ne tenê bi şêweyên kevneşopî yên tacîzê ve sînordar e, lê di qada dîjîtal de jî dirêj dibe, ku çalakvan di çarçoveyek ku bi hevgirtina şîdeta li ser bingeha zayendî û sînordarkirinên li ser xebata mafên mirovan ve tê xuyang kirin, rastî kampanyayên reşkirinê yên sîstematîk tên ku navûdeng û jiyana wan a taybet hedef digirin.
Di nîqaşan de her wiha hate destnîşankirin ku parêzvanên mafên mirovan ên jin bi tiştê ku wek "barekî duqat" tê bi nav kirin re rûbirû dimînin, ku ew di bin zextê de ne ku ji ber çalakvaniya xwe ya mafên mirovan çêdibe, digel nêrînek civakî ya tund ku hedefgirtinê dijwartir dike, taybetî dema ku dor tê ser derbirîna giştî an beşdarbûna di mijarên hesas de.
Di semînerê de raporek hate pêşkêş kirin ku rastiya parêzvanên mafên mirovan ên jin dişopîne, digel nîşandana belgefîlmek bi navê "Parêzvanên Mafên Mirovan ên Jin Bê Maf" ku serpêhatiyên rasterast ên jinên ku bi gelek awayên tacîzê re rûbirû ne, di nav de dozên qanûnî, heqaret û dûrxistina ji kar, pratîkên ku rasterast bandorê li ser şiyana wan a berdewamkirina xebata mafên mirovan dikin, pêşkêş kir.
Ronîkirina rastiyekê ya nedîtî
Sekretera Giştî ya Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê, Ibtîsam Thabat tekez kir ku organîzekirina vê çalakiyê ji pabendbûna domdar a doza parêzvanên mafên mirovan ên jinan tê, ku ew di xebata xwe ya mafên mirovan de wek pêşîniyek dibîne. Ev tevlîbûn ne tenê bi hevgirtinê ve sînordar e, lê di heman demê de ji ezmûna kesane jî tê û got: "Endamên komê jî parêzvanên mafên mirovan in û hin ji van dijwariyan dijîn, hevgirtina xebata meydanî bi ezmûna kesane ve girêdayî ye.”
Ibtîsam Thabat armanca fîlm û rapora pêvekirî wiha anî ziman: ”Armanc jê ew e ku rastiyekê ronî bike ku pir caran nayê dîtin, ku di cûrbecûr tacîzê de, di nav de pêvajoyên qanûnî û heqaret, pratîkên ku rasterast bandorê li ser şiyana jinan dikin ku xebata xwe ya mafên mirovan bidomînin.”
Ibtîsam Thabat got ku her çend fîlm şahidiyên zindî yên hejmarek parêzvanên mafên mirovan ên jin vegot jî, lê nebûna dengê parêzvanên mafên mirovan ên jin ên girtî destnîşan kir, ku axaftvan ev yek bi rewşa wan ve girêda û destnîşan kir ku bi wêne û navên wan hebûna wan a sembolîk hatiye misogerkirin, da ku dozên wan di nîqaşê de hebin û banga avêtina gavên berbiçav kir, di nav de berdana hemû girtiyan, rawestandina pêvajoyên qanûnî û xebata ji bo avakirina çarçoveyek qanûnî ku parastinek bibandor ji bo parêzvanên mafên mirovan ên jin peyda bike.
Tundiya dîjîtal; zextên ku ji qada virtual wêdetir in
Li kêleka sînorkirinên ku li ser parêzvanên mafên mirovan ên jin di qadê de têne ferzkirin, nîqaşek li ser zêdebûna şîdeta dîjîtal derdikeve holê, ku wek dirêjkirinek rasterast a zextên ku ew pê re rûbirû dimînin tê dîtin. Koordînatora neteweyî ya Jinên Ciwan ji bo Demokrasiyê, Mariyam Houad xuya kir ku ev cure şîdet ne tenê bi hedefgirtina çalakî û helwestan ve sînordar e, lê bi rêya heqaret û binpêkirinên nepenîtiyê dirêjî jiyana taybet dibe, ku bandora psîkolojîk li ser parêzvanên mafên mirovan ên jin zêde dike.
Mariyam Houad zêde kir ku nebûna mekanîzmayên bi bandor ji bo parastina nepenîtiyê, digel çarçoveya qanûnî ya sînorkirî, gelek parêzvanên mafên mirovan ên jin neçar dike ku di hawîrdorek ne ewle de bixebitin, bêyî garantiyên têrker ku dema karê xwe dikin wan biparêzin. Mariyam bawer dike ku ev rastî hin jinan ber bi bêdengiyê an vekişînê ve dibe, ji tirsa şîdeta ku ew dikarin pê re rûbirû bimînin û destnîşan kir ku "bandorên wê li ser başiya wan a psîkolojîk û kesane jî dirêj dibin, ne tenê qada wan a pîşeyî."
Barekî duqat tevî garantiyên yasayî
Digel nîqaşên ku di civînê de hatine kirin, raporek mafên mirovan a ji hêla Komeleya Jinên Ciwan a ji bo Demokrasiyê ve hatî weşandin eşkere kir ku parêzvanên mafên mirovan ên jin li Mexribê bi sînorkirinên piralî re rûbirû ne, di nav de dozên yasayî û kampanyayên reşkirinê, taybetî di warê dîjîtal de tevî garantiyên destûrî.
Raporê destnîşan kir ku ev sînorkirin bi awayên cûrbecûr têne girtin, sînorkirinên yasayî û civakî bi kampanyayên serhêl ên îstismar û heqaretê re li hev dikin û hawîrdorek ne ewle ji bo jinan nîşan didin ku xebata mafên mirovan bikin.
Her wiha destnîşan kir ku hin bendên yasayî, di rewşên taybetî de ji bo sînordarkirina azadiya derbirînê têne bikar anîn û pirsên li ser lihevhatina qanûnên neteweyî bi standardên navneteweyî re derdixe holê.