Li Mexrîbê nexweşiya sorikan belav dibe: 120 kes mirin
Li Mexribê ji Îlona par heta niha 25 hezar kes bi nexweşiya Sorikê ketine, 120 kes ji ber vê nexweşînê mirine. Tê diyarkirin ku sedema belavbûna nexweşînê, astengkirina derzîlêdanê ye.
HENAN HERÊT
Mexrib – Di demên dawî de li Mexribê nexweşîna Sorikê zêde bûye. Li welêt ji Îlona 2024'an û vir ve li gor agahiyên ku hatine tomarkirin, 120 kes ji ber vê nexweşînê mirine û 25 hezar kes jî bi vê nexweşînê ketine. Ji ber bandora bernameyên derzîlêdanê û amadebûna pergala tenduristiyê, pirs dikevin hişê mirovan. Nexweşîna Sorikê li aliyê Sos Mase Deraa ya başûrê Mexribê destpê kir, piştre derbasî herêmên din bû. Ev herêm jî xizan in û di warê xizmetên tenduristiyê de bi kêşeyan re rûbirû dimînin.
'Ezê çawa zarokên xwe biparêzim?'
Nadiye. E. dayîka du zarokan e û zarokê wê yê mezin bi nexweşîna Sorikê ketiye. Tevî ku wê hemû cureyên derziyan li zarokên xwe xistiye jî, derbarê tirsên xwe yên ji vê nexweşînê de dibêje: “Ger ku derziyên li zarokan didin baş in û wan ji nexweşiyên mîna Sorikê diparêzin, çima zarokê min bi vê nexweşiyê ket? Tevî ku min hemû derziyên pêwîst lê xistine jî. Ez ê niha çawa zarokê xwe yê biçûk jî ji vê nexweşînê biparêzim?”
Ev pirs û gelek pirsên din ên derbarê bandorên derzîlêdanê û asta parastina zarokan de, di nava malbatên Mexribî de derdikevin holê.
'Hewceyî bi xurtkirina kampanyayên derzîlêdanê heye'
Di nava zêdebûna rêjeyên nexweşiyên Sorikê de, parlementer Fatimê El Temnî pirsek nivîskî ji Wezareta Tenduristî û Parastina Civakî kir. Fatimê qala sedemên belavbûna nexweşîna Sorikê, asta şiyana pergala tenduristiyê ya ku wê bigire û tedbîrên ku divê hikûmet ji bo belavnebûna wê bigire, kir. Her wiha destnîşan kir ku hewceyî bi xurtkirina kampanyayên derzîlêdan û hişyarkirinê heye.
Rêxistina Tenduristî ya Cîhanî jî diyar kir ku derziya Sorikan bi rêjeya ji sedî 93 heya ji sedî 97 çalak e û parastina tam a ji vê nexweşiyê, pêşwazî nake. Ev yek jî dihêle ku zarok heya piştî birina van derziyan, bi vê nexweşiyê bikevin.
'Sedemên belavbûna nexweşîna Sorikê'
Bijîşk Behîca El Esrî sedema belavbûna Sorikê ya di nava civakê de bi lêv kir û got: “Belavbûna nexweşiya Korona ya di nava civakê de, hişt ku kampanyayên derzîlêdanê di nava civakê de kêm bibe. Ev yek jî bû sedema zêdebûna nexweşîna Sorikê. Hinek malbatan ji tirsa derziya Koronayê, derziyên zarokên xwe temam nekirin. Vîrûsa Sorikê gelek zû belav dibe. Ew dikare di nav bayê de û li ser tiştan bi saetan bimîne. Bi rêya kuxikê dighê kesên din. Zarok an mezinên ku derziya Sorikê wergirtine, her çiqas bi rêya têkiliyên bi kesên din re vîrusê bigrin jî, li gorî yên ku nehatine derzîkirin nexweşînê siviktir derbas dikin.”
‘Derzîkirin berpirsyariya hikûmetê ye’
Di benda 31'an a Destûra Mexribê de dibêje ku dewlet ji pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê yên baş ên ji welatiyan re, berpirsyar e. Di nav van kesan de zarok jî hene. Behîca El Esrî diyar kir ku derzîlêdan mafê her zarokek Mexribê ye û wiha got: “Derzîlêdan ne tenê pêvajoyek bijîşkî ye, ew sozek civakî ye û stûnek wekheviya tenduristiyê ye jî. Divê malbat serlêdana navendên tenduristiyê bike da ku derziyên zarokên xwe temam bike û wan ji nexweşînan biparêze. Mixabin miletên li gund û herêmên dûr dimînin, bi pirsgirêkên veguhestinê re rûbirû ne. Ev rewş jî bandorê li derengmayîna temamkirina lîsteya derzîlêdanê dike. Her wiha derî li belavbûna nexweşiya Sorikê vedike.”
'Bandorên nexweşînan li ser laş çi ne?'
Behîca El Esrî derbarê xeteriyên ku bi nexweşîna Sorikan re û tevliheviyên tenduristiyê yên rû didin de, ev tişt anîn ziman: “Gelek caran ji ber nexweşiya Sorikê, tevliheviyên xeterê bi xwe re ava dike, wek enfeksiyonên nefesê û encefalît. Ev jî dibin sedema astengkirinê. Pêwîst e ji bo hişyariya derbarê belavbûna nexweşînê de, pêwendiyên di nava Wezareta Tenduristiyê, civaka sivîl û ragihandinê de xurt bikin. Her wiha girîngiya derzîlêdanê bê vegotin.”
'Sorik li Mexribê alozî ye an pirsgirêkek herêmî ye?'
Behîca El Esrî destnîşan kir ku ev nexweşîn tenê li Mexribê belav dibe û wiha domand: “Nexweşiya Sorikê tenê li Mexrîbê rû nade. Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihand ku li gelek herêmên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê jî ev nexweşî belav dibe. Dema vîrûsa Korona belav bû, kampanyayên derzîlêdanê asteng kir. Sedema belavbûna nexweşiyê ya li van herêman jî, ev e. Divê malbat guh nedin agahiyên derew ku dibêjin derzî nexweşiya Sorikê zêdetir dike û pêwîst e ku alîkariya navendên tenduristiyê bikin.”