Li Mexribê li dijî tundiyê bertek: Divê ceza were girankirin

Seroka Komeleya Destên Azad Leyla Amelî bertek nîşanê tundî û tacîzên ku li Mexribê zêde bûne da û bal kişand ser zagonên li dijî tundiyê her wiha diyar kir ku zagonên heyî têr nakin û divê cezayên girantir bên dayîn.

RAJA KHAYRAT

Mexrib- Li bajarê Tancayê yê bakurê Mexribê piştî ku dîmenên zarokek keç li kolanê ji aliyê mêran ve hatiye tacîzkirin li ser medyaya dîjîtal hatin belavkirin, gelek kesan li ser hesabên xwe yên X’yê bertek nîşan dan.

Seroka Komeleya Destên Azad Leyla Amelî bi riya ajansa me bertek nîşan da  û diyar kir ku li ji bo pêşî li zêdebûna tacîz û tundiya li ser jinan bê girtin divê tedbîrên pêwîst bên girtin.

‘Tacîza mêr ne ji ber cilên ku jin li xwe dikin e’

Leyla Amelî ji ber bûyera tacîzê xemgîniya xwe anî ziman û wiha dest bi axaaftina xwe kir: “Me bi xemgîniyek mezin, li bûyera li dijî zaroka keç temaşe kir. Weke ku di vîdyoyeke li ser platformên medyaya dîjîtal hatiye belavkirin de tê xuyakirin; zarokek keç ji aliyê mêran ve hatiye tacîzkirin. Piştre di nîqaşên ku hat kirin de hat gotin ku cilê wê mêran tehrîk kiriye. Em vê hişmendiyê napejirînin û red dikin. Ji ber ku tacîz, nêzikatiyeke ji aliyê qanûnê ve sûc tê dîtin e, mijar ne cil û bergên jinan e. Em dibînin ku jinên serê xwe digrin jî di qadên giştî de rastî tacîzê tên. Ev jî îdiayan vala derdixe lewma daxwaza me ya sereke kêmkirin û bidawîkirina vê diyardeya bûye tirsa me hemûyan e.”

Li dijî tacîzê kampanya

Leyla Amelî diyar kir ku hê jî li ser jinan ku ratî tacîzê hatiye ji bo îsbatkirina tacîzê zext tê kirin û da zanîn ku ji ber vê yekê gelek rêxistinên civaka sivîl hatine ba hev dest bi kampanyaya “Tacîza sifir” kirine. Leyla Amelî got ku di çarçoveya kampanyayê de, fîrfîrokên ku ji bo dema rastî tacîzê werin lê bidin hatine belavkirin, bi vê yekê armanc ew e tacîz were deşîfrekirin, jin şiyar bin û got ku di vê yeketê pêşketin çêbûye.

Zagon hene lê naparêzin

Leyla Amalî bi bîr xist ku ji bo parastina ji tacîza qadên giştî li Mexribê bi hejmara 103-13 Zagona Şîdet û Tacîza li dijî jinan di sala 2018'an de hatiye derxistin û wiha got: “Di pêkanîna zagonê de hê jî gelek kêmasî hene û di vê mijarê de hê jî gelek kes nizanin ku zagona şîdeta zayendî, derûnî, devkî, fizîkî û awayên din sûc dibîne heye. Bi vê yekê re pirsgirêka îsbatê, yek ji pirsgirêkên herî mezin a maxdûr rastî wê tên e lewre heta ku îsbat nebe kiryar nayên darizandin. Hinek kes li cihê ku mudaxeleyê bûyera tacîzê bikin, wêne an jî vîdyo dikşînin. Ev yek berê di civaka me de tunebû, her diçe jî xirabtir dibe.”

‘Divê cezayên girantir werin dayîn’

Leyla Amelî diyar kir ku divê ji bo jin ji hemû êrişan, bi taybetî ji tacîzê werin parastin, hemû mekanîzma bikevin dewrê û wiha bi dawî kir: “Divê ku di medyayê de, di televîzyon, radyo û rojnameyan de behsa zagona şîdetê were kirin da ku her kes bizanibe zagonek wiha heye. Bi wê yekê dê her kes bizanibe ku zagonek jinan biparêze heye û ji bo pêşî li vê yekê were girtin divê cezayên girantir ji bo îstîsmarkaran werin dayîn. Ji ber ku bi cezayên giran dê îstîsmarkar newêribin bi hêsanî tiştên dixwazin bikin.”