‘Li Mexribê jin bi tundiya dîjîtal re rû bi rû tên’

Seroka Paymengeha Navnetewî ya Lêkolînên Zanistî Fatime Rûmet bal kişand ser tundiya dîjîtal a li dijî jinan û got ku li dijî tundiya dîjîtal a jin pê re rûbirû tên pêwistî bi parastin û hişyarkirina jinan heye.

HENAN HERÊT

Mexrib – Li cîhanek ku bi lez ber bi dîjîtalkirin û zekaya çêkirî ve diçe, jin li herêmên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ji bo xwe di wê warê de bi cih bikin rastî astengiyan tên. Tevî li hin welatan jin beşdarî qadên teknolojiyeyê bûne jî, qalib û feraseta mêr li ser hebûna jinan bi taybet di warên zanistî de li pêş in.

Li gor Foruma Aborî ya cîhanî ya sala 2024'an, jin bi qasî ji sedî 22 di nava qada zekaya çêkirî de cih digre. Li bakurê Afrîkayê jî hebûna jinan di nava qadên teknelojiyeyê de ji sedî 15 tê peydakirin. Tevî ku gelek jin di xwendinên xwe de serkeftî derçûne jî, li Mexribê di qadên teknolojiyeya pêşketî de bi qasî ji sedî 10 jin cihê xwe tê de digrin. Li gor rapora Netewên Yekbûyî jî diyar dike ku li herêmê jin ji sedî 70 bi cureyên tundiya dîjîtal û gefên elektronîk re rûbirû dimînin. Ev jî kêşeyên jinan di serdema dîjîtal de zêdetir dike.

'Teknolojî di avakirina pêşerojê de faktorek girîng e'

Seroka Paymengeha Navnetewî ya Lêkolînên Zanistî Fatime Rûmet rola girîng a ku jinên Mexribê dikarin di qada dîjîtal de bilîzin destnîşan kir û wiha axivî: "Meraqên min li ser zekaya çêkirî di sala 1996'an de destpêkir. Di wê demê de mijara zekaya çêkirî ne zêde bi nav û deng bû. Ez di lêkloînên zanistî ya bandora teknolojiyeyê ser pêşketinan, xebitîm. Ez ketim wê ferqê ku teknelojî amûrek e nîne, ew di avakirina pêşeroja civakan de faktorek girîng e."

Fatime Rûmet diyar kir ku zekaya çêkirî di roja îro de di nava qadên cuda de stûnek bingehîn çêdike û got: “Gelek pergalên aqilmend ên ku ji aliyê şîrketên mezin ve tên bikaranîn, dibe ku nerastiyên nexwestî hebin ku jinan ji postên serokatiyê dûr dixe. Di pergala zekaya çêkirî de ji ber nebûna cihêrengiya daneyan ku van pegalan xwe dispêrin wan, nekarî kesayetên navdar nas bike."

'Jin bi tundiya dîjîtal re rûbirû dimîne'

Li kêlek kêşeyên pîşeyî jin bi tundiya dîjîtal re jî rûbirû dimînin. Fatime Rûmet bal kişand ser tundiya dîjîtal li dijî jinan û wiha axivî: "Ev tundiya dîjîtal xeteriyek li ser jinan ava dike. Bi pêşketina zekaya çêkirî ev bûyer jî zêde bûne. Jinên rojnamevan li welatên Ereban herî zêde bi bûyera tundiya dîjîtal û gefên elektronîk re dimînin. Hin guhartin di wêne û dîmenên wan de çêdikin da ku naverokek xirab ser navên wan belav bikin. Ev bûyer hewceya wê bi pêşxistina teknolojiyên ku bikaribe naverokên sexte tesbît bike, heye. Her wiha jinan ji vê cureya nû ya şîdetê biparêze."

'Hewcedariya piştgirîkirina jinên pêşeng di teknolojiyê de heye'

Fatime Rûmet anî ziman ku komeleyên jinan û navendên guhdarîkirinê dikarin ji teknolojiyên nûjen sûd bigrin, da ku barên jinan kêmtir bikin bi taybetî di pêşkêşkirina îspatan di rewşên sîdetê de. Fatime wiha dawî li gotinên xwe anî: "Pergalên pêşketî yên zekaya çêkirî niha dikarin daneyan analîz bikin û şêwazên şîdeta di nava malê de dest nîşan bike. Ev yek jî ji kesên qurbanî re hêsantir dike ku piştgirî û alîkariyê bistînin. Divê jinên ciwan ji qonaxên destpêkê yên perwerdehiyê hîn bikin û bernameyên nûjen ên veguherîna dîjîtal didin, bibin yek. Hewcedariya piştgirîkirina jinên pêşeng di teknolojiyê de, heye. Divê em zanibin ku teknolojiye ne bêalî ye, eger em cih di beşek ji wê negrin, ew ê veguhêre amûrek li dijî me.".