Li Mexribê cudakariya mîrasê: Cureyek veşartî ya tundiya li dijî jinê

Li Mexribê xwedîbûna erd an jî milk ne tenê çavkaniyek dahatê, di heman demê de tê wateya hêza aborî. Lewma, daxwaza wekheviyê ya di mîrasê de ne tenê daxwazek hiqûqî ye, ji bo bidawîkirina cûreyê tundiyê ya kûr a avahî ya li dijî jinê gavek pêwîst e.

HANAN HARAT

Mexrib – Li Mexribê di çarçoveya Kampanyaya Navneteweyî ya 16 Rojî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, cûreyên tundiyê yên nedîtî ya tundiya fîzîkî û derûnî derbas dike û tundiya aborî û qanûnî jî dihewîne, ji nû ve tê nîqaş kirin. Yek ji van a herî berbiçav jî cudakariya mîrasê ye; dema beşek civakê vê yekê mîna mecbûriyetek olî dibîne, beşa din jî vê yekê pêşiya wekhevî û edaleta aborî mîna astengiyek dibîne.

Rûxmê reformên yasayî jî, jin di xwegihandina "zeviyên silale” de rastî zehmetiyên mezin tên. Zeviyên silale; zeviyên hevpar ên ku ji eşîran mîras mane û li taybetî li gundan mîna çavkaniya sereke ya dahatê ya malbatan a bingeha jiyana aborî pêktînin e. Di gelek rewşan de, ji aliyê mêran ve tê birêvebirin, jin jî rûxmê keda xwa ya rojane ya çandiniyê jî, ji mafên xwe yên milkiyet û sûd wergirtinê bêpar dimînin.

Mexrib, bi zexta tevgera jinan û rêxistinên mafên mirovan, reformên yasayî ku dihêle jin ji zeviyên silale sûd werbigrin, qebûl kir. Ev gav li gorî makezagona 2011’an û armancên pêşkeftina domdar e. Jinên mexribê yên mîna Fatima Zehra Alavî, bi saya vê reformê mafên xwe bi dest xistin. Fatima Zehra Alavî, wiha dibêje: “Min hertim dît ku tenê mêr der barê zeviyan de biryar didin û em jin jî nedihatin hesibandin. Lê piştî qanûna nû, min mafê xwe wergirt."

Rûxmê vê yekê jî, piraniya jinan ji vê qanûnê sûd wernegirtin. Li gorî texmînên nefermî, li Mexribê tenê ji sedî 2.5’ê erdên çandiniyê aydê jinan e. Ev hejmar, valahiya di navbera qanûn û pêkanînê de nîşan dide.

Qezencên qanûnî û zehmetiyên bicîhanînê

Mexribê di navbera reformên dawî de, Qanûna Hejmar 62-17’an ku wesayeta îdarî ya civakên silale sererast dike, qebûl kir. Ev qanûn mafê xwegihandina zeviyên silale û di avahiyên rêveberiyê de bi mêran re nûnertiya wekhev nas dike.

Qanûn, armanc dike ku xwegihandina jinan a ji bo van çavkaniyên aborî ku di dîrokê de hatiye vederkirin, bihêz bike. Lêbelê, hêj di pêkanînê de gelek pirsgirêk hene. Kevneşopiyên eşîrî, pêkanînên hin rêvebirên herêmî û krîtera "îkamet" tomarbûn an jî sûdwergirtina jinê zehmet dike.

Rêxistinên mafan, diyar dikin ku pêkanîna qanûnê li gorî civakan diguhere û lewma ferqa di navbera mafên yasayî û mafên cîhana rast de hê mezin e. Lewma reform, ji bo jinan destkeftiyek qismî ku mafên wekhev nas dike ye, lêbelê ji bo pêkanîna wan a di qadê de pêdivî şopandin û çavdêriyê heye.

Pîvana aborî û civakî ya newekheviyê

Ferqên mîrasê, di demek dirêj de veguhere yek ji faktorên avahîsaziyê ku xizanî û lawaziya jinan zêde dike. Di civaka Mexribê de, xwedîbûna zevî an jî milk ne tenê qezenckirina debara jiyanê, di heman demê de tê wateya bidestxistina hêza aborî û sembolîk jî. Her wiha beşdarbûna di biryarên malbatî û civakî de jî diyar dike.

Ev newekheviya berhevkirî piştî pênc nifşan, para jinan di dewlemendiya malbatê de heta ji sedî 1 kêm dike û ferqa zayendî ya civakî ya di xwegihandina çavkaniyan de kûrtir dike.

Reforma mîrasê ya Mexribê bi xurtkirina tevgerên jinan a li herêmê re, mîna parçeyek a ji hewildanên ji bo zêdekirina wekheviya zayendî ya li Bakurê Afrîkayê derdikeve pêş. Dema di hinek cûrên mîrasê ya navenda wê Tûnis de, ji jin û mêran re parên wekhev tê dayîn, li Cezayîrê guhertinên ku para herî kêm a jinan di zeviyên civakê de mîsoger dike, hate kirin. Her wiha li Lubnan û Urdunê, jî, kevneşopiyên civakî hêj bi awayekî cidî sûdwergirtina jinê ya tevahiya ji mîrasê sînordar dike.

‘Jin tenê para zekatê digrin’

Di vê çarçoveyê de aktîvîsta mafên jinan Marîa Şeref, diyar kir ku hejmarên heyî bi zelalî nebûna wekheviyê nîşan didin û got: “Tiştê ku em îro dijîn nebûna wekheviya rast a di mîrasê de ye. Qanûn û pêkanînên civakî dibe sedem ku jin tenê nîvê para mêran werbigirin. Mîna ku nirx an jî berpirsiyariya wan di malbatê de kêmtir be."

Marîa Şeref, axaftina xwe wiha domand: "Dema ku em li seranserê nifşan dinêrin, pirsgirêkek ne nîv par e. Ev yek di dewlemedniya malbatê de valahiyek mezin ava dike. Malbatek xwedî erdê çandiniyê an jî xaniyek xeyal bikin. Dema ku jin di her nifşî de nîvê para birayên xwe digrin, para jinan roj bi roj kêm dibe û piştî nêzî pênc nifşan para jinan tenê ji sedî 1 dibe.”

Marîa Şeref, destnîşan kir ku ev ne tenê hesabkirinek teorîk e û wiha axivî: “Em encamên di qadê de bi zelalî dibînin. Li Mexrîbê tenê ji sedî 2.5’ê zeviyan çandiyê aydê jinan e. Ev rêje rastiyek bi êş nîşan dide: zevî li deverên gundewar bingeha dewlemendiyê ye. Yên bêzevî, ne xwediyê hêzek aborî û ne jî dengek civakî ye."

Marîa Şeref, tiştên tên jiyîn wiha kurte dike: “Civak û dewlet, mîna “zekatê” tenê parek ji dewlemendiya neteweyî dide jinan. Kontrola rast a li ser çavkanî û milkê rasteqîn jî di destê mêran de dimîne."

Marîa Şeref, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Mesele ne tenê têkildarî mîrasê ye; têkildarî pergalekî ku newekheviyê ji nifşekî ji bo nifşekî din dihilberîne ye. Pergalekî ku jinê hertim di lawaziya aborî de dihêle ye. Lewma, daxwaza wekheviyê ya di mîrasê de ne tenê daxwazek hiqûqî ye, ji bo bidawîkirina cûreyê tundiyê ya kûr a avahî ya li dijî jinê gavek pêwîst e.”