Li Hurmozganê karesata Petrolê: Ji pisporan hişyariya nû ya krîza jîngehê

Pispor û aktivîstên jîngehê wêne û dîmenên qirêjiya petrolê li gravên Hurmozganê û peravên Kendava Basrayê belav kirin. Vê bûyera ku gefê li zindiyên deryayê û ekosîstema herêmê dixwe, qelsiya rêveberiya jîngehê ya Îranê nîşan dide.

Navenda Nûçeyan – Lêkolînerê jîngehê Azam Bahramî bi weşandina dîmen û wêneyên peravên qirêj ên Kendava Basrayê, der barê asta vê krîza jîngehê de hişyarî kir. Di dîmenên hatin weşandin de, tê dîtin ku tebeqeyek stûr a petrola reş rûyê ax, kevir û peravê girtiye û beşek mezin ji jîngehên peravê qirêj kiriye. Di dîmenê nû yê hat weşandin de, hat îfadekirin ku di encama rijandina petrolê de ‘bi hezaran kêvjal, şemalok, kîso û zindiyên din ên deryayî’ li peravê telef bûne û bêhneke giran a qirêjiyê ji tevahiya herêmê tê.

Rewşa gravê di asta xeternak de ye

Di heman demê de, lêkolînerek din di dîmenê li ser platforma X de weşand, rewşa li grava Maru (Shidor) wek ‘bi êş û di asta felaketê de’ bi nav kir. Lêkolîner diyar kir ku rijîna petrolê piştî zirara tesîsên petrolê yên li grava Lavan bûye sedema vê krîza jîngehê. Li gorî daxuyaniyê, qirêjiya petrolê ne tenê bandorê li peravan dike, di heman demê de li beşên ava derdora gravê jî kiriye û berdewamiya vê rewşê dibe ku zirarên jêveneger bide awayên biyolojîk ên Kendava Besrayê.

Pisporên jîngehê hişyarî kirin

Gravên Lavan, Şîdûr û yên din ên başûrê Îranê di nava qadên deryayî yên jiyanê yên herî girîng ên Kendava Besrayê de cih digrin. Ev herêm malovaniyê ji zindiyên deryayê yên kêm, çûkên koçber, kîsoyên deryayê û refên koralan re dikin. Pisporên jîngehê hişyar dikin ku qirêjiya petrolê di vê astê de dikare çerxa xwezayî û biyolojîkî a herêmê bi salan têk bibe. Petrola xam rûyê av û axê digre û rê li ber danûstandina oksîjenê digre, jiyana gelek cureyên deryayî wêran dike. Ev ziyan jî gelek deman digihîje asta jêveneger.

Aktivîstên jîngehê ‘bêdengiya saziyên berpirsyar’ û nebûna zelaliyên li ser pîvanên bûyerê bi tundî rexne kirin. Li gorî wan, her çendî dîmenên hatine weşandin belavbûna qirêjiyê û mirina zêde ya zindiyên avê nîşan didin jî rayedarên Îranê heta niha der barê sedema rast a bûyerê, asta zirara jîngehê û plana kontrolkirina qirêjiyê de daxuyaniyek nedane. Her wiha li gelek welatên cîhanê, di heman bûyeran de, rewşên awarte îlan dikin, tîmên pispor bi lez sewqî herêmê dikin û bi awayekî vekirî civakê agahdar dikin.

Ev qirêjî bêyî lêpirsînek û hesabdayîne hatine jibîrkirin

Rexnegir diyar dikin ku nêzîkatiya rêveberiya navenda Petrolê ya Îranê, bi dehan salan e, pêşxistina pîşesaziyên petrol, ewlehî û leşker, li pêşiya  parastina jîngehê girtine. Xirabûna lûleyên petrolê, nebûna çavdêriya serbixwe, qelsiya binesaziya ewlehiyê û gendeliya berfireh di projeyên pîşesaziyê de di nava faktorên ku her dem li başûrê Îranê bûne sedema bûyerên bi vî rengî de cih digrin. Îfade kirin ku hikûmet ne tenê di pêşîgirtina van krîzan de têk çûye, di heman demê de, çalakiyên sivîl, anîna halê pirsgirêkên ewlehiyê, sînordarkirina medyaya serbixwe, rê li ber herîkina agahdariya azad û hesabdayîna saziyên berpirs girtiye.

Ev bûyer, di demeke ku di salên berê de, gelek bûyerên rijandina petrolê û qirêjiya pîşesaziyê di ava Kendava Besrayê de, bi taybetî li dora gravên dewlemend ên petrolê yên Îranê, hatine raporkirin de hat rojevê. Lê belê, beşek mezin a van bûyeran bêyî lêpirsîneke zelal û hesabdayîna saziyên eleqedar hat jibîrkirin. Li gorî pisporan vê rewşê krîza kûr di rêveberiya jîngehê ya Îranê de û paşguhkirina avahîsaziyê ya çavkaniyên xwezayî û ekosîstemên hesas ava kiriye.