Li Mexribê azadiya jinan li cihê giştî hate nîqaş kirin
Beşdarên panêlê li Mexribê hatiye li dar xistin tekez kirin ku azadî pêdivî bi hawîrdoreke aborî û perwerdeyî heye. Di heman demê de divê jîngehek bi ewle ji jinan re li cihê giştî bên ava kirin.

HENAN HERÊT
Mexrib- Encamên lêkolîneke dawî ya ku ji aliyê Weqfa Platformên Ji bo Lêkolînên Civakî bi sernavê "Jin, qada giştî û azadiyên kesane!" hatiye kirin, nîşan dide ku jinên Mexribê di qadên giştî de zêde dibin. Lêbelê, azadiyên kesane, bi taybet yên ku bi kontrolkirina laş û tevgerê ve girêdayî ne, nakokî dimînin.
Duh li bajarê El-Dar El-Senaa ya Mexribê panêlek hate li dar xistin. Di vê panêlê de akademîsyenên jin û mêr bal kişandin ser pirsgirêkên ku bi kêşeyên civakî û çandî yên ku civaka Mexribê pê re rûbirû dimîne. Her wiha girîngî bi guhartinên metnên zagonî dîtin.
Di lêkolînê de nimûneyek ji hezar û 528 beşdaran ji seranserê Mexribê pêk tê eşkere kir ku ji sedî 75 beşdaran piştgirî didin mafê jinan ê gihîştina cihên giştî yên wekî kafe, sînema û parkan. Lêbelê, nêzîkê ji sedî 20 ji beşdaran fikarên xwe li ser ewlehiya li van deveran, bi taybet li deverên nîv-bajarî anîn ziman.
Encamên lêkolînê di helwestên civakî de ji bo azadiya jinan di qadên giştî de guhertineke girîng nîşan dide. Di sala 2021'an de, jin derbarê xebata li derveyî malê û hebûna li cihên gelemperî de muhafezekartir bûn. Ji ber ku xebata li derveyî malê wekîxetereyek li ser nirxên kevneşopî dihat dîtin. Lêbelê, heya sala 2025'an, bi qasî ji sedî 91 ji jinan ji beşdarbûna qada giştî re vekirîtir bûn.
'Piştevaniya jinan di cihên giştî de bikin'
Seroka projeyên Weqfa Platformên Lêkolîn û Xebatên Civakî Fatimê Îka derbarê encamên lêkolînan diyar kir ku ev lêkolîn li ser du pêlên berê ava dibe ku li ser temsîliyeta azadiyên takekesî yên di nav welatiyên Mexribê de cih digirin. Fatimê Îka wiha got: "Daneyên di temsîla azadiya jinê de di civaka Mexribê de guhertinên girîng eşkere dikin. Di heman demê de berdewamiya hin qalib û sînorkirinên bi rola zayendî re radigihînin. Ji sedî 78 ji hemwelatiyên Mexribê piştgirî didin mafê jinan ê gihîştina cihên giştî. Lê divêev piştevanî xurtir bibe."
'Pêwîstî bi jîngehek ewle ji jinan re heye'
Beşdariyên din ên panêlê jî destnîşan kirin ku azadî tenê bi metnên qanûnî nayê bidestxistin. Pêdivî bi hawîrdorek aborî û perwerdehiyê heye ku ramana serbixwe û azadbûnê teşwîq bike. Her wiha pêwîstiya pejirandina siyasetên bi mebesta bilindkirina hişmendiya civakê û pêşxistina yasayên ku rêzê li azadiya jinan di qada giştî de digire, heye. Di heman demê de divê jîngehek ewle ji jinan re li hemû qadên giştî dabîn bike, bê avakirin.