Li Mexmûrê têkoşerên jin hatin bîranîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê cangorî Sema Yuce, Gulan, Leyla Agirî û Raperîn Amed bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkoşerên jin yên meha Hezîranê, Sema Yuce, Leyla Agirî, Gulan û Raperîn Amed bi merasîmekê hatin bibîranîn.
Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê têkildarî têkoşîna cangoriyan Endama Komîteya Malbatên Şehîdan, Hezar Nerexî axivî.
‘Em bi bîranînên cangoriyan xwe nûjen dikin’
Hezar Nerexî di şexsê tevayî cangoriyên meha Hezîranê de tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha got: “Em xwedî ew pîroziyanin ku em îro dikarin qala azadiyê bikin. Ev azadiya ku em qal dikin jî di kesayeta lehengên weke heval Sema de ku li hember desthilatdariyê bedena xwe da ber agir de derdikeve holê. Heval Sema, kesayet û jinên têkoşer çawa tên afirandin nîşa me kir. Rojane em bi bîranînên wan xwe nas dikin û nûjen dikin. Heval Leyla, Raperîn û Gulan dinava têkoşînê de ked dan û bûn pêşengên jinên azad. Em soz didin ku heta ku ji me tê emê di xeta wan de bimeşin.”
Piştî axaftinê ji bo bîranîna cangoriyan helbestek hat xwendin û piştre li sînevîzyonê hat temaşekirin.