Li Mexmûrê şeva bîranîna 5 jinên têkoşer
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Îştarê, ji bo bîranîna pênc jinên şoreşger bernameyeke taybet a bîranînê hat lidarxistin.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), bi pêşengiya Meclîsa Îştarê, ji bo bîranîna pênc jinên şoreşger Zîlan, Sema, Gulan, Leyla Agirî û Raperîn Amed şevek bîranînê hat lidarxistin.
Merasîma bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê Meclîsa Îştarê Xurbet Îşlek axaftinek kir.
‘Fikir û berxwedana heval Zîlan hêviya jiyana azad e’
Xurbet Îşlek di şexsê şehîd Zîlan de tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “30 sal li ser şehadeta heval Zîlan re derbas bûn, lê fikir, nivîs û gotinên wê di hiş û mejiyê me de hê jî dijîn. Berxwedana ku heval Zîlan li pey xwe hiştiye, hişt ku wek jin, rêxistin û gelê Kurd em zêdetir berxwedaniyeke bêhempa bidin meşandin. Heval Zîlan gelek nirxên pîroz ji bo me hiştin. Ew bi xeta Bêrîtan, Zarîfe û Besêyan, li hember zîhniyeta desthilatdar a li ser jinê tê meşandin ji bo me jin û gelan bû hêviya jiyaneke azad.”
Xurbet Îşlek di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wek jinên Kurd ew ê heta dawiyê li ser şopa jinên têkoşer ên wek Zîlanan bimeşin û têkoşîna azadiya jinê hîn xurtir bikin.
Piştî axaftinê, sînevîzyoneke ku li ser jiyan û têkoşîna her pênc jinên şoreşger hatibû amadekirin hat nîşandan. Piştre, pandomîma ku ji aliyê Stêra Zêrîn ve hatibû amadekirin hat pêşkêşkirin.
Di dawiya bernameyê de, koma muzîkê ya Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND a Mexmûrê stranên xwe gotin û şeva bîranînê bi dawî bû.