Li Mexmûrê rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê didomin
Di çarçoveya rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê de endamên jin ên şaredariya wargeha penaberan a Mexmûrê şitlên dara zeytûnê çandin.
Mexmûr – Rêzeçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê tên lidarxistin, berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya endamên jin ên şaredariya wargehê, li Parka Penaber şitlên dara zeytûnê hatin çandin.
Beriya çandina daran, ji bo bîranîna cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevşaredara wargehê Xurbet Îşlek axaftinek kir.
‘Pêwîste wek jin em hêza xwe bikin yek û têkoşîna xwe xurt bikin’
Xurbet Îşlek di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya xwezayê û têkoşîna jinan û wiha got: “Wek endamên jin ên şaredarî û jinên wargehê me xwest bi çandina darên zeytûnê, li dijî tundiya li ser jinan bibin xwedî helwest û li hember talana xwezayê bibin dengek. 25’ê Mijdarê ji bo me jinan roja têkoşînê ye, di her şert û mercên jiyanê de pêwîste wek jin em li hember tundiya li ser jinan bibin xwedî helwest. Wê ti caran êrişên hêzên desthilatdar ên li ser xweza û jinan xilas nebin, ji ber wê yekê pêwîste em hêza xwe bikin yek û li hember êrişên wan rawestin.”
Piştî axaftinan, beşdaran şitlên daran çandin û çalakî bi dawî bû.