Li Mexmûrê rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Cîhanê de, sînevizyonek hate temaşekirin.
Mexmûr – Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinê ya Cîhanê, di 15’ê Mijdarê de bi dirûşmeya ‘Li Dijî Hemû Tunditujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ starta çalakiyên xwe ragihand.
Îro di çarçoveya rêzêçalakiyên 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan ya Mexmûrê ve li ser giringî û wateya rojê ji bo jinên semta yek û du ya wargehê sînevizyon hate pêşkêşkirin. Bername li Weqfa Jin bi deqeyek rêzgirtin ji bo pêşengên têkoşîna azadiya jinê destpêkir. Beriya ku sînevizyon bê temaşekirin Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Bêrîvan Îşlek axivî.
Bêrîvan Îşlek, di destpêka axaftina xwe de xêrhatina jinan kir û wiha axivî: “25’ê Mijdarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. Li seranserê cîhanê û Kurdistanê jin ji aliyê serweriya mêr ve rastî tundiyê tên. Xwişkên Mirabell di sala 1960’an de li hemberî tundî û dîktatoriya Komara Domînîkê têkoşiyan û hatin qetilkirin. Di roja me ya îro de li seranserê Kurdistanê jinên pêşeng ên Kurd bi heman awayî tên qetilkirin. Tundiya dewletê di kesayeta jinê de li ser hemû civakê tê meşandin. Divê em li dijî tundiya ku li ser jinê tê meşandin hîşyar bin û civaka xwe birêxistin bikin. Em ê birêxistinbûna xwe pêşî li tundîtûjiya li ser jinê bigrin.”
Piştî axaftinê, sînevizyona li ser giringî û wateya rojê hatibû amedekirin, hate temaşekirin.
Her wiha li semtên din jî ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan ve li ser giringî û wateya rojê wê sinevîzyon bê temaşekirin.