Li Mexmûrê jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan

Îro bi pêşengiya Meclîsa Îştar jinên wargeha penaberan a Mexmûrê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de meşek girseyî lidarxistin. Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî kolanên wargehê xemilandin û dirûşmeyên azadiyê qîr kirin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) ji 1’ê Adarê vir ve di bin pêşengiya Meclîsa Îştar rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi çalakiyên cûr be cûr didome. Di çarçoveya rêzeçalakiyan de bi pêşengiya Meclîsa Îştar meşek girseyî hat lidarxistin. Jinan bi cil û bergên xwe yên Kurdî kolanên wargehê xemlandin û bi lêdana erbaneyan pêşwaziya 8’ê Adarê kirin.

Meş, ji Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta parqa Şehîd Aryen Cudî. Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bijî Berxwedana Jina Kurd’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin. Piştî ku meş gihişt parqê, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre têkildarî girîngiya rojê Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Nudem Yaman axivî.

‘Ev roj roja xwedîderketina kedê ye’

Nudem Yaman destpêkê 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Gelek rojên girîng ên jinan heye, yek ji wan rojan jî 8’ê Adarê ye. Jinan di wê rojê de li hember zîhniyeta desthilatdar çalakiyek kirin. Lê mixabin ji aliyê desthilatdaran ve ew jin hatin qetilkirin. Herwiha heman zîhniyet xwest vê rojê di taritiyê de bihêle. Lê bi berxwedana jinan ku kêlî kêlî daxwaza mafê xwe dikin, ev planên wan yên qirêj têk çûn. Ev roj roja xwedîderketina kedê ye, heta roja îro jî jin xwedî lê derdikevin. Lê yê ku herî zêde wate da vê rojê û xwedî lê derket Rêber Apo bû. Ev roj ji bo me ronî kir.”

‘Têkoşîna ku em bidin meşandin wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be’

Nudem Yaman wiha dawî li axaftina xwe anî: “Wek jinên Kurd em xwedî mîsyonek girîngin. Ji ber ku Rêberê me hîna dîl girtiye. Têkoşîna ku em bidin meşandin wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo be. Herwiha wê bilindkirin û xurtkirina vê rojê be. Em cardin vê rojê li jinên Mexmûr û tevayî jinên Cîhanê pîroz dikin.”

Meş bi dirûşmeyan dawî bû.