Li Mexmûrê jin bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ meşiyan
Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanî de meşiyan. Di meşê de soza bilindkirina têkoşîna li dijî tundiyê hate dayîn.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştar bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê, meşekî girseyî hate lidarxistin.
Meşa girseyî bi tevlîbûna xwendekar û şêniyên wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir. Di meşa ku pankartên bi nivîsa “Li Dijî Hemû Tundûtujî, Dagirkerî û Desthilatdarî Jin Jiyan Azadî’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî Serbixe Azadî’ û postarên xwişkên Mirabel û jinên pêşêng ên têkoşîna azadiyê hatin bilindkirin de, bênavber dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.
Piştî ku meş gihişt ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser giringî û wateya 25’ê Mijdarê Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen axivî.
‘Îro hemû jinên cîhanê bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li her qadê li ber xwe didin’
Fatma Bîlen, di destpêka axaftina xwe de pêşengên têkoşîna azadiya jinê bibîranî û wiha axivî: “Roja 25’ê Mijdarê mîrateya têkoşîna Xwişkên Mirabel e. Li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd şoreşek pêktê û bi hezaran jin divê oxirê de canê xwe dikin. Em wek jin îro bi saya pêşengên xwe dibêjin ‘Jin hene û wê hebin’. Em ê wek jin xwedî li mafên xwe derdikevin. Îro hemû jinên cîhanê bi pêşengtiya jinên Kurd bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dijî tecrîd, destdirêjî û hemû êrişan li her qadê li ber xwe didin.”
‘Em ê bi rêxistinbûna xwe têkoşîna li dijî tundiyê mezintir bikin’
Fatma Bîlen, da zanîn ewê bi dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihîjin serkeftinê û got: “Em wek jinên Kurd xwedî Rêber Apo derbikevin û bi pêşengtiya dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihîjin serkeftinê. Em bang hemû jinên Kurd û cîhanê dikin ku li dijî hemû êrişan bi fikir û felsefeya Rêber Apo têbikoşîn û azadiya xwe bidestbixin. Emê bi rêxistinbûna xwe têkoşîna li dijî tundiyê mezintir bikin û li her qadê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ biqîrin.”
Meş bi dirûşmên ‘Jin jiyan Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.