Li Mexmûrê di rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de forumek hat lidarxistin
Komîteya Jineolojî ya wargeha penaberan a Mexmûrê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de îro bi ser navê ‘Cudahî Pirengiye, Entegrasyon û Muzakere Riya Yekitiyê ye’ forûmek li darxist.
Mexmûr – Li wargeha penaberan a Mexmûrê di pêşengtiya komîteya Jineolojî de ser navê ‘Cudahî Pirengiye, Entegrasyon û Muzakere Riya Yekitiyê ye’ forûmek li darxist. Form bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan hate destpêkirin. Piştî rêzgirtinê kesên ku li ser mijarên forumê yên wek ‘Entegrasyon, Muzakereya Demokratîk û Yekitiya Cudahiyan’ xwe amedekirine, mijarên xwe pêşkêş kirin û li ser vê yekê nîqaş hatin meşandin.
Her wiha di forum de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin jî nîqaşên dewlemend meşand. Bi taybetî jî da ku civak vê pêvajoyê hîn zêdetir fêm bike bi mijarên cudare nîqaş dewlemendtir bû.