Li Mexmûrê coşa ji bo peyama Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan

Bi mebesta alvegera yekemîn a banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şêniyên wargeha Mexmûrê ji bo guhdarkirina peyama nû ya Abdullah Ocalan berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê.

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di salvegera yekemîn a 27’ê Sibatê ya banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de, şêniyên wargehê ji bo guhdarkirina peyama nû ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê. Peyama 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser ekranan hat guhdarkirin.

Şêniyên wargehê bi coşek mezin berê xwe dan Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê (NÇHM) û bi kelecanek mezin guh dan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû gel rabû ser lingan û bi yek dengî dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ qêriyan.