Li Mexmûrê çalakiya nobetê dewrî koma 212’an hat kirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê bi tevlîbûna koma 212’an di roja xwe ya hezar û 102’an de berdewam dike.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 212’an, di roja xwe ya hezar û 102’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 211’an Sabrî Nerexî axivî.
‘Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin’
Sabrî Nerexî bi biryardarî anî ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ew ê dinava çalakiyan de bin û wiha got: “Ev sê sal in em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dinava çalakiyê de ne. Rêber Apo 24 saetan di nava tevgerê de ye û ji bo serketina pêvajoyê xebatan dimeşîne. Ji bo wê yekê wek gelê Kurd jî em ê heta dawî li kêleka Rêberê xwe bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Piştî axaftinê çalakî dewrî koma nû hat kirin û merasîm bi dawî bû.