Zeynep Erdem di salvegera şahadeta xwe de li Mexmûrê hate bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, di bin pêşengtiya Meclîsa Îştar de Şoreşger Jiyan (Zeynep Erdem) a di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Etrûşê di encama gulebarana PDK’ê de şehîd bû hate bibîranîn.

Mexmûr – Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê û bi boneya salvegera şehadeta cangorî Jiyan (Zeynep Erdem) a ku di 13’ê Îlona sala 1995’an de li wargeha Ertûşê di encama gulebarana PDK’ê de şehîd bû şevekî bîranînê hate lidarxistin.

Jina şoreşger Jiyan her sal li wargeha Mexmûrê tê bi bîranîn. Îsal jî li Wargeha Mexmûrê şeva bîranînê li Saziya Malbatên Şehîdan, bi hevkariya Akademiya Şehîd Jiyan, Tev-Çand, Stêra Zêrîn û Qada Perwerdehiyê, bi tevlêbûna xelkê wargehê pêk hat.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di şeva bîranînê de Stêra Zêrîn û Tev-Çanda wargehê stranên ku li ser cangorî Jiyan hatine amadekirin, pêşkêş kirin. Her wiha mamoste Bêrîvan Demîr û M. Mele Şirîn jî helbestên ku ji bo cangorî Jiyan amade kiribûn, xwendin.

Şeva bîranînê bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.