Li Mexmûrê Şehîd Viyan Soran bi semînerekê hat bibîranîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran di salvegera xwe ya 20’emîn de bi kombûna endam û şêniyên wargehê re bi semînerek hate bi bîr anîn.
Mexmûr- Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran 2’ê Sibata 2006’an de li hemberî komploya 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî kirin de li herêma Heftenînê bedena xwe da ber agir. Li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî(Mexmûrê) Viyan Soran di pêşengtiya Meclîsa Îştar de di salvegera xwe ya 20’emîn de bi kombûna endam û şêniyên wargehê re bi semînerekê hat bi bîr anîn.
Bîranîn li saziya meclîsa malbatên şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê Koordînasyona Meclîsa Îştar Qimet Nerexî axivî.
‘Heval Vîyan li ser îdeolojiya Rêbertî tevlîbûneke xurt da çêkirin’
Qimet Nerexî di destpêka axaftina xwe de tevahî cangoriyên tevgera azadiyê bi bîr anî û wiha got: “Heval Viyan ji bajarê Silêmaniyê ye û 1997’an de tevlî tevgera azadiyê bûye. Heval Vîyan li ser îdeolojî, felsefe û paradîgmaya Rêbertî tevlîbûneke xurt da çêkirin. Di sala 1999’an de li hemberî Rêber Apo komployek pêkhat. Her wiha li her derê li ser jinê bindestî û hişmendiya bavîksalarî dihat ferz kirin. Li hemberî van kiryaran heval Viyan li ser pêvajoyê lêhurbûnek kir û çû biryarek bi vî rengî.”
‘Heval Viyan her tim dixwest jina azad ava bike’
Qimet Nerexî, di berdewamiya axaftina xwe de diyarkir ku Viyan Soran girêdayî xeta jinê bû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heval Viyan her tim dixwest derdora xwe rêxistin bike û jina azad ava bike. Li ser vê bingehê jî kar û xebatê xwe dimeşand. Pêvajoya ku komploya navnetewî di şexsê Rêbertî de li ser gelê Kurd dihat ferz kirin û dixwestin gelê Kurd tine bikin heval Viyan ev pêvajo baş xwend û biryara çalakiyeke bi vî rengî da. Viyan Soran bi çalakiya xwe da nişandan ku tu hêz nikare gelê Kurd tine bike û ji Rêbertî qut bike. Em wek jinên ku girêdayî paradîgmaya Rêbertî ne, emê hertim şopdarên heval Viyan û rêhevalên wê bin.”