Li Merakeşê 8’ê Adarê bi helbestên jinan hate pîrozkirin
Mala Helbestan a Merakeş, bi çalakiya ‘Dengê jinan’ li herêmên cûda yên welat jinên helbestvan pêşwazî kir û 8’ê Adarê bi şevek taybet a helbestan pîroz kirin.
RECAA XEYRET
Mexrîb – Li bajarê Merakeş, Mala Helbestan a Merakeş, bi çalakiya ‘Dengê jinan’ li herêmên cûda yên welat jinên helbestvan pêşwazî kir û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi şevek taybet a helbestan pîroz kir. Di çalakiyê de helbestvanan helbestên derbarê mijarên rojane yên jinan de helbestên xwe pêşkeş kirin. Ji bo beşdarvanan şevek ku xeyal û rastî ketine nava hevde hate pêşkêşkirin.
Beşdaran diyar kirin ku Mala Helbestan a Merakeş hemû salê, di bernameyên xwe de cih dan dengê helbestê jinan, lê belê ev şeva teybet wateyek wê ya cûda heye. Helbestvana Mexrîbî Bettoul Mahjoubî diyar kir ku ji bajarê Oujda yê rojhilatê Mexrîbê beşdar bûye û kêfxweşiya xwe ya beşdariya şeva helbestên jinan ku ji aliyê Mala Helbestan a Merakeş ve hatî li darxistin anî ziman û got: “Ji bo ez dilsoziya xwe ya bi Merakeş re nû bikim û beşdarî vê şeva bedew a helbetan bibim, ez hatim. Hem ji bo pîrozkirina Roja Jinên Cîhanê hem jî ji bo pîrozkirina helbestan, di heman demê de min firsend dît ku ez dengê helbestvanên jin ên ji herêmên din ên Mexrîbê hatine bibihîsim û bibînim.”
‘Hilberînên jinan çavkaniya rûmetê ye’
Bettoul Mahjoubî da zanîn ku di helbestên wê de temayên jinan bi awayek bi hêz cih digre û taybet di helbestan de bi awayek diyarker behsa dayîka xwe dike û got: “Jin di qadên hûnerê yên wek helbest, çîrok, roman, heta mûzîk, şano û rojnamevantî de gelek xûliqkarin. Ev sûdên ku jinan pêşkêş dikin çavkaniya kêfxweşî û rûmetê ne.”
‘Ez li gel helbestan dijîm’
Endama hîndekarî ya beşa Wêjeya Berberî ya fakulteya zanistên Beşerî û Wêje ya zanîngeha Îbn Zohr Fatîma Al- Faîz da zanîn ku xûliqkarî, ji bo rizgariya ji zextên jiyanê derfeteke û got: “Ji bo ez ji zextên jiyanê û zoriyên kar dûr bikevim min xwe spartiye vir. Ez bi Erebî dinivîsim, lê belê herî zêde bi ziman Berberî dinivîsim, ji ber ez mamosteya Wêjeya Berberî me. Helbest amûra îfadeyê ye. Helbest ez hilbijartim û ji demên zû yên jiyanê ve ez li gel helbestan dijîm. Mirov fikarên xwe tînin ziman û ez di helbestên xwe de cihek mezin didim jinê. Wek jinekê hîsa jinbûnê hê kûrtir îfade dikim.”
Di çarçoveya çalakiyê de, pêşangehek a berhemên hunera dest ku ji aliyê hunermend Zakya Al-Aqib ve hatî çêkirin hate li darxistin. Di pêşangehê de, çenteyên ku hunermend bi terzê xwe nexşandî, berhemên ku nexş û kevirên akik bi karanîn hate pêşandan. Hunermendên jin ên beşdarî çalakiyê bûne performansa stranan ku ji mûzîkên gelerî pêktê pêşkêş kirin.