Li Lubnanê pêlên şer zêde dibin û krîza mirovî dijwartir dibe
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê de 9 kes hatine kuştin û 47 kesên din jî birîndar bûne. Her wiha krîza mirovî jî bi tomarkirina tevgerên mezin ên koçberiyê re xirabtir dibe.
Navenda Nûçeyan – Piştî ku bandorên wê gihîştin qada Lubnanê, pevçûna Amerîka û Îsraîlê ya bi Îranê re berfireh bûye û bûye aliyekî herêmî yê berfirehtir. Ev berfirehbûn nîşan dide ku qonaxek nû ya aloziya leşkerî heye ku dibe bandorên cidî li ser aramiya tevahiya herêmê bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê îro zû ragihand ku hejmara qurbaniyên êrîşên esmanî yên Îsraîlê li ser çend deverên başûrê Lubnanê, gihîştiye 9 kuştî û 47 birîndaran û di vê navberê de aloziyên li eniya Lubnanê jî zêde bûne.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku êrîşeke Îsraîlê bajaroka Adloun a navçeya Sîda kiriye armanc, di encamê de 4 welatî hatine kuştin û welatiyek jî birîndar bûye. Di daxuyaniyeke cuda de, wezaretê rave kir ku êrîşeke din apartmanek di nav kampa penaberên Filistînî "Mieh Mieh" de li heman navçeyê kiriye armanc, du kes hatine kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûne.
Berê jî Ajansa Nûçeyan a Neteweyî ragihand ku di êrîşeke Îsraîlê ya li ser bajaroka navçeya Nabatiyeyê de herî kêm 3 kes mirine û 18 kes birîndar bûne.
Rewşa penaberan
Berdevka fermî yê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê Dalal Harb, li ser rewşa koçberên li Lubnanê ji ber êrîşên berdewam şîrove kir û destnîşan kir ku Lubnanê di demek pir kurt de tevgereke koçberiyê ya berfireh dîtiye û li gorî hejmarên rayedaran, di tenê sê hefteyan de zêdetirî milyonek koçber hene.
Wê raghand ku bi qasî ji sedî 18’ê gelê Lubnanê koçber in, ku ev hejmareke ecêb e li gorî nifûsa Lubnanê. Dalal Harb tekez kir ku karesateke trajîk û krîzeke mirovî ya mezin heye ku dibe zêde bibe û hîn xirabtir bibe heya ku alozî, êrîşên Îsraîlê û hişyariyên valakirinê nesekinin.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê eşkere kir ku ji 2’yê Adarê ve hejmara qurbaniyên êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê gihîştiye hezar û 72 kuştî û 2 hezar û 966 birîndaran. Wezaretê da zanîn ku deverên mezin ên Lubnanê rastî bombebaraneke dijwar tên ku di encamê de zêdetirî hezar kes mirine û bi hezaran kes birîndar bûne. Li gorî texmînên rayedarên Lubnanê zêdetirî milyonek kes koçber bûne, ku ev yek krîza mirovî ya li welêt hîn girantir dike.