Li Lubnanê panel: Jin ji bo bihêzbûnê li hev kom bûn
Beşdarvanên panela jinan diyarkirin ku têgîna bihêzkirina jinan dem bi dem di navbera wekhevî û edaletê de xelet tê analîzkirin û ev rewş rê li ber wê yekê vedike ku jin ji her qadê civakê werin dûrxistin.

SUSAN EBU SAÎD
Beyrûd – Ji aliyê lêkolînera Lûbnanî Hîbe Selam ve di 12’ê Tîrmehê roja Şemî panelek bi sernavê ‘Di dinyaya Ereb de, pirsgirêka di pênasekirina têgîna bihêzkirina jinan di navbera wekhevî û edaletê de’ hate li darxistin.
Hîbe Selam ku di qada ‘Kontrolkirin û hayjêbûna pêvajoyên fikarandinê (metacognition)’ de dixebite di panela ku rêve birî de, cih da jinên di qadên derûnî û akademîk de dixebitin. Di nava beşdarvanan de pispora perwerdê û akademîsyen Ala Kantar, psîkoterapîst Lana Kaska, rêveberiya yekîneya kar ya herêma MENA Besme Glayinî û şêwirmenda malbata civakî Suheyr Galî hebûn.
Di bingehê têgînan de jinûve avakirin
Di destpêka panelê de Hibe Selam koka têgîna ‘Kontrolkirina pêvajoyên fikarandinê’ anî ziman û diyarkir ku fêrbûn bi lihevkirina kes ya bi xwere destpê dike û ev jî kêrhatiyek ku ji zaroktiyê tê ye. Hibe Selam da zanîn ku ev kêrhatî kes aliyên xwe yên bihêz û lewaz dinase, hestên xwe rêve dibe, rexnedayîn û bi kontrola hiş şêwe girtiye û wiha domand: “Bi saya fikrê ‘Kontrolkirin û hajêbûna pêvajoyên fikarandinê’, şêwe dide pêvajoya xwe ya fêrbûnê, di hemû qonaxên jiyanê de dikar pêvajoyek ya fêrbûnê ava bike. Bi taybet ev hişmendî ji bo jinan, bandorê ji derveyî hişmendiya hatî kodkirin û di jinûve çêkirinê de dike.”
Têkiliya di navbera hişmendiya cewherî û bihzêkirina jinê de
Hîbe Selam wiha got: “Êdî em hemû dizanin ku hişê ji derveyî hişmeniyê û hestiyar, bandorê li zemînê meyê bihişmend dike. Ji bo naskirina çavkaniyên hestên xwe, ketina ferqa tiştên ku me ne rihet dike, gave yekem ya hişmendiya cehweriye. Dema ev hişmendî bi sererastkirina cewherî re dibe yek, nirxandina cewherî, plankirin û kêrhatiyên kontrola cewherî derdikeve holê. Em ji van re dibêjin kêrhatiyên ‘Kontrolkirina pêvajoyên fikarandinê’.”
Hîber Selam îfadekir ku kesên ku dixwazin dinava civakê de cih bigrin, pêwîstî bi van kêrhatiyan heye, têgîna bihêzkirina jinê yan jî divê xetê de bigrin dest û wiha got:
“Bihêzkirina jinan, divê bi kesek din tunehatina hesîbandin pêkneyene. Bêyî hevsengiya wekhevî û edaletê, wê ev têgîn bi awayek ne tendurist pêşkêşî civakê bike. Divê wateyê de ‘hewldana îsrar’ hate destpêkirin. Armanc ewe ku têgîna bihêzkirina jinê pênasekirinek kûr û rast derbixwe holê û pêkanîna ku jin destek bidin hev û bi hêzbikin.”
‘Dema bal didin ser mafan, divê erk li berçavan were girtin’
Şêwirmenda malbat û civakî Suheyr Galî wiha got: “Di vê panelê de, bêyî darizandina têgîna bihêzkirina jinê, me hewl da ji nûve pênase bikin. Her kes erk û mafên wan hene. Jin û mêr jî heman parçeyê yekbûna civakîbûnê ye. Ji ber wê bihêzbûna jinê wê malbatê jî bi hêz bike. Jin bi aliyên hêz were diyarkirin, destkekirina wê girînge, gelek deman maf derxistine pêş, erkên wan jî di plana paş de dimînin.”
Bihêzkirin ji malbatê destpê dike
Nivîskar Maha Cafer ev tişt got: “Divê panelê de me ji têgîna bihêzkirina jinan nêrînek nû qezenc kir. Panel piralî bû. Ji qadên cûda yên wek ziman, zanist, derûnî, hiqûq, perwerde û tib sûd girt. Ev jî derfet ji bo me avakir ku derbarê vê mijarê de em xebatên atolye û lêkolînên akademîk pêşbixin. Têgîna bihêzkirina jinê gelemerî, jin di jiyana kar de wê çawa bihêz bibe sînordar kiriye. Lê belê ev hêz divê destpêkê di malbatê û yan jî derdora civakî destpê dike. Jin tenê wek zewicî û dayîk ne, ne zewicî jî dikare sûdê bide civakê.”
Bi desteka derûnî bihêz bûn
Di panelê de balkişandin ser sê mijarên girîng ên wek desteka derûnî û li ser şêwirmendiya jinên girîngiya xwenaskirinê bûn. Qasî ku jin pirsgirêka xwe nasbike, divê mêr jî xwezaya jinê fêm bike û ji bo têkiliyek civakî şerte. Maha Cafer wiha got: “Ev panel ne cûdakariyek e, panela avakirina mirovan bû.”
Li hevhatina civakê û bi rastî bihêzkirin
Siyasetmedar û aktivîsta civakê Rania Kaai wiha got: “Ev panel ji bo min girîng bû. Min kûrbûn û rastiya têgîna bihêzkirina jinê li vir nas kir.”
Parêzer Huda Gazî bal kişand ser hevsengiya di navabera jin û mêr û de wiha got: “Divê jin li ser lingê xwe bisekine, lê belê divê vê li gel mêr, destkegirtin û destek dayînê bike. Desteka jinê ji bo jinê jî bihêzkirina jinê ye.”