‘Li Lubnanê nebûna zagonên parastina jinan tundiyê zêde dike’

Çalakvanên jin ên Lubnanê bal kişandin ser zêdebûna bûyerên tundiya li dijî jinan û gotin: "Nebûna zagonên ku parastina jinan dikin, rê li ber zêdekirina rêjeyên tundiyê vedikin."

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrût – Tevî hewldanên berdewam ên rêxistinên civaka sivîl ji bo baştirkirina rewşa zagonî û civakî ya jinan, jinên Lubnanê bi kêşeyên tundiyê re rûbirû ne. Bi taybet ji ber serdestiya mêran a mezheb û desthilatdarên olî, têkçûyîna rewşa aborî, derketina şeran û êrîşên Îsraîlê dihêlin ku zehmetiyên jinan zêdetir bibin. Her wiha nezanîna jinan di warê mafên xwe de jî van bûyeran girantir dike.

Bandora serdestiya mêr û desthilatdariya olî li ser mafên jinan

Koordînasyona Ragihandinê ya Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê Reşa Weznî got ku êşa jin û jinên ciwan li Lubnanê berdewam e, ji ber ku heta niha Lubnan nekariye edalet û wekheviyê pêk bîne. Reşa Weznî wiha pê da çû: "Sîstema civakî ya bavsalarî xwe dispêre kevneşopî û adetên ku hêza jinê asteng dike û ji mafên wan ên bingehîn bêpar dihêle. Ev kevneşopî rolên jinan sînordar dikin û wan bi qalibên taybet ên ku ji hêla civakê ve hatine ferz kirin girêdidin."

'Têkçûyîna rewşa aborî pirsgirêkên tundiyê dijwar dike'

Di nava gotinên xwe de Reşa Weznî dest nîşanî rewşa aborî li herêmê kir û wiha axivî: "Rewşa aborî van pirsgirêkan girantir dike. Ev jî di îstîsmara civakî û aborî ya jin û jinên ciwan de zêdetir dike û dihêle jin bi zewaca biçûk re rûbirû bin. Ev rewş ji ber nebûna zagonek yekgirtî ya rewşa kesane dijwartir dibe. Zanebûna civakê derbar mafên jin û jinên ciwan û girîngiya bihêzkirina wan ji bo ku rola xwe ya jiyanî di civakê de li kêlek mêr bilîzin, kêm e. Ji bo bidawîkirina tundiya ser jinan û pêşxistina dadmendiya civakî, mêr hevparên bingehîn tên hesibandin."

'Ji bo parastina jin zagon hatin derxistin'

Reşa Weznî di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser zagonên ku parastina jinan dikin û wiha pêl da gotinên xwe: "Tevî dijwariyan di salên dawî de bi saya xebatên rêxistinên civaka sivîl û çalakiyên jinan hin pêşketin û destkeftî hatin bidestxistin. A herî girîng hişiyarkirina tundiya ser jinan û mafên wan û afirandina raya giştî li dijî tundiyê bû. Her wiha hin zagon hatin derxistin wek zagona Tundiya Malbatê û yasaya Destdirêjiya Zayendî, ev di warê parastina rewa de gavên girîng temsîl dikin. Tevî hebûna zagonên ku parastina jinan dikin jî, ji ber nebûna siyasetek zelal pêkanîna wan rastê zehmetiyan tên. Ev rewş bûye sedema zêdebûna tundiya li ser jinan, kuştin û destdirêjiyên dubare."

'Ne tenê jin divê mêr jî bên hişyarkirin'

Di dawiya gotinên xwe de Reşa Weznî da zanîn ku wê ji bo bihêzkirina rolên jinan di civakê de hewldanên xwe bidomînin û got: "Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, ne tenê jinan divê pêşî hemû beşên civakê bên hişyar kirin. Her wiha divê em perwerdeyan ferz bikin û jinan di warê aborî de bi hêz bikin, ji ber ku perwerde hêmaneke bingehîn e ji bo avakirina civakek ku bi mafên xwe haydar û xwedî hêztir be. Ji bo bidestxistina nêrînek berfireh a dadmendî û wekheviyê ku tê de civak di serî de jin azad bin, em ê xebatên xwe berdewam bikin."

'Nebûna zagonan rêjeyên tundiyê zêdetir dikin'

Parêzer û endama Rêxistina 'Bes e ji Tundî û Îstîsmarê re' Fatimê El-Hac dest nîşan kir ku di civakê de bûyerên tundiyê bi kûrahî heye û xwe di jiyana giştî û taybet de dide der. Fatimê El-Hac wiha got: "Em di civakeke tundûtûj de dijîn ku tundiya wê di tevgera me ya rojane de xwe dide der. Di gelek rewşên civakî de jin rastî heqaret û tundiyê tên, ev jî berfirehbûna tundiya li ser jinê weke parçeyekî çanda civakê nîşan dide. Sedema bûyerên tundiyê bi mezinkirina baviksalarî ya ku cihêkarî û tundûtûjiya li dijî jinan berdewam dike, girêdayî ye. Her wiha nebûna zagonên ku parastina jinan dikin û dikevin bin xizmeta mêr jî rê li ber şîdetê vedikin."

'Projeya zagonan a Parastina Jinan hate pêşkêşkirin'

Fatimê El-Hac destnîşan kir ku nawaziya hikûmetê ya di dozên tundiya li ser jinan de, di hejmarên tirsnak de diyar dibe. Fatimê El-Hac got ku di sala 2024'an de bi qasî 17 bûyerên jinan ji aliyê mêrên xwe ve hatine kuştin hatin tesbît kirine, di sala 2023'an de jî ev hejmar zêdetir bûye. Fatimê El-Hac da zanîn ku tawanên din bi fermî nayên tomarkirin û carinan wek xwekuştin an ketinê têne şîrove kirin, ev jî dibe sedema têkçûna dadmendiyê.

Fatimê El-Hac got: "Rêxistina Bes e ji Tundî û Îstîsmarê re di sala 2020'an de ji parlementoyê re projeya zagona Parastina Jin hate pêşkêşkirin û hin guhartin di bin hejmara 204 tê de hatin kirin. Ev qanûn di zêdekirina parastinê de gaveke kalîteyî nîşan dide, lê bi giranî girêdayî bi bandorbûna cîbicîkirinê ye ji bo misogerkirina bidestxistina armancên xwestî û parastina jinan ji tundiyê."

'Bi hêvî ne ku zagon bibin bersiva tundiyê'

Fatimê El-Hac di dawiya gotinên xwe de tekez kir ku desthilatdariya kesane divê hikûmet be, ev tê wê wateyê ku divê mijarên rewşa kesane bi tenê li gorî qanûnên dewletê bin, dûrî biryarên mezhebî û qanûnên cudaxwaz. Pêşnûmeya qanûna yekgirtî ya rewşa kesane ji parlamentoyê re hat şandin. Em li benda pejirandina wê ne ku sîstemek dadwerî ya dadmend û desthilatdariyek bi bandor, bi mebesta sivikkirina êşên jinan ku tenê bi pejirandina zagonek yekbûyî ya rewşa kesane bi dawî dibe."