Jinên Kobanî: Mala Rêber Apo ya li gundê Elpelûrê li benda wî ye

Kobanê di destpêka têkoşîna azadiya gelê Kurd de malovaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye. Jinan li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk gotin ku bi hêz û helwesta Ocalan bawer in û gotin: “Mala Rêber Apo ya li gundê Elpelûrê li benda wî ye."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan însyatîf û pêşengiya ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, di 27’ê Sibata îsal de ragihand. Piştî banga dîrokî ya ku bi riya şandeya Îmraliyê hat ragihandin, PKK’ê bi riya lidarxistina kongreya xwe ya 12’emîn xwe fesih kir û paşê jî bi merasîmeke bi heybet çekên xwe îmha kirin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de bi îsrar e, ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi coşeke mezin hat pêşwazkirin.

Jinên ji bajarê Kobanê ku yekem car Abdullah Ocalan di 2’yê Tîrmeha 1979’an de pêşwazî kirin, bi coşeke cudatir vê banga dîrokî hembêz dikin.

‘Siyaseta dewleta Tirk bû sedem’           

Nazê Mihemed Elî diyar kir ku siyaseta dewleta Tirk Kurdan neçarî bikaranîna şerê çekdarî kiriye û wiha got: “Di qonaxên destpêkê yên avabûna tevgera Apoyî de ango di salên 70-80’î de, gelê Kurd di bin êrîşên giran yên înkar û qirkirina hebûn, çand, ziman û nasnameyê de bûn. Ji ber van sedeman xebatên siyasî ne têrker bûn, li ser vê bingehê Rêber Apo û gêrîlayan dest bi têkoşîna çekdarî kirin. Bê guman ger di destpêkê de dewleta Tirk guhertin di siyaset û hişmendiya xwe de çêkira, dibe ku ev salên dirêj be ku aştiyeke bê dawî bihata avakirin. Lê ji ber nêzikatiyên dewleta Tirk, gelê Kurd çek hilgirt, me berê xwe da çiyan û liberxwe da. Di encama pevçûnên 50 saleyî de jî, me bi hezaran şehîd dan ku ji aliyê dewleta Tirk ve jî ev yek hat jiyîn.”

‘Bi çar kesan destpê kir gihîşt milyonan’

 Nazê Elî di berdewama gotinên xwe de malovaniya ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kirine bi van gotinan vegot: “Weke jinên Kobanê, dema ku me dest bi vê xebatê kir û malên xwe ji Rêber Apo re vekir, baweriya me hebû ku dê doza me biserkeve û emê bighên van rojan. Têkoşîna me bi 4 kesan destpê kir û niha jî bi milyonan mirov li ser vê şopê ne û bi milyonan Kurd û dilsozên vê xetê dibêjin ‘Bijî serok Apo, Kurd û Kurdistan.”

‘Em bi hêz û helwesta Rêber Apo bawer in

Dayîka Nazê anî ziman ku wan bi vîna xwe dest bi xebata Apoyî kirine û dê bi heman rengî jî berdewam bikin û wiha pê de çû: “Rêber Apo piştî tecrîda 26 salan û têkoşîna 52 salan, bangeke dîrokî kir ku pêşengiya pêvajoyeke nû dike. Bi nêrîna min, dê qonaxa Aştî û Civaka Demokratîk ji pêvajoya têkoşîna çekdarî dijwartir be. Dîsa jî em ji bang, helwest û hêza Rêber Apo ya gihandina vê qonaxê ber bi serkeftinê ve bawer in. Çawa ku me di salên 80’î de bi mal, zarok û canê xwe ev têkoşîn hembêz kir û em tevlî bûn, niha jî em bi biryar û îsrar in ku aştiyeke mayînde qezenc bikin. Em di rojên herî zor de li ba Rêberê xwe bûn, emê niha jî biryarên wî yek bi yek bicîh bînin û erka xwe bighînin serî. Gerîlayan bi vîna xwe çek rakirin û danîn, em jî bi vîna xwe tevlî vê dozê bûn û emê bi vîna xwe jî dewam bikin.”

‘Êdî pêwîstiya her kesî bi aştiyê heye’

Sakîne Kurdo kêfxweşiya xwe ya ji bo dîtina Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Peyamên Rêber Apo û têkoşîna wî ya mîsogerkirina aştî û aramiyê, em ji dil spas dikin û keda wî silav dikin. Weke gel û bi taybetî jî jin, em hezkiriyên aştî, azadî, demokrasî û lihevkirinê ne, ji ber vê jî têkoşîna me her tim di çarçoveya parastina hebûn, ax û welatê me de bû. Şerê me yê 50 salî jî di vî warî de bû ku Kurdan bi pêşengiya Rêber Apo têkoşîna hebûn û tunebûna xwe kir. Piştî demeke dirêj êdî pêwîstiya her kesî bi aştiyê heye, dîsa jî em weke Kurd pêşengiya vê pêngavê dikin. Hêvî û bendewariyên ji pêvajoya nû ew e ku gavên erênî û pratîk ji aliyê dewleta Tirk ve jî bên avêtin.”

‘Mala Rêber Apo a li gundê Elpelûrê li benda wî ye’

Sakîne Kurdo da zanîn ku kêfxweşiya wan bi azadiya fîzîkî ya Ocalan re ewê temam bibe û wiha pê de çû: “Em rojên dîrokî jiyan dikin, lê heta ku em Rêber Apo di nava xwe de nebînin wê her tim kêfxweşiya me nîvco bimîne. Di vî warî de ez dixwazim balê bikşînim ser mala Rêber Apo ya li gundê Elpelûrê yê li Kobanê. Rêber Apo ji vê malê dest bi rêwîtiya xwe ya ber bi Sûriyê û Rojhilata Navîn kir, lewra jî ev mal ji her alî ve amade ye û tenê li benda hatina wî ye. Ger em weke jin Rêber Apo di mala wî ya li Kobanê jî bibînin, hemû hêvî û armancên me pêk tên.”

‘Bîr û baweriya me ya bi Rêber Apo îro bi encam dibe’

Emîne Yasîn jî diyar kir ku wê keda Abdullah Ocalan jibîr nekin û nedin jibîrkirin û wiha got: “Ez silavên xwe yên herî germ ji bo Rêber Apo dişînim, kesên ku bi saya ked, têkoşîn û fedekariya wan em îroj li ber deriyê aştiyê ne hembêz dikim. Em îro minetdarên Rêber Apo û gerîlayên azadiyê ne, 50 sal bê navber têkoşîn meşandin û ji hêza xwe bawer kirin, ancax mirov vêya li cem gelê Kurd bibîne. Îro sebir, bîr û berxwedaniya me encamên wê tên jiyankirin. Ji her kesî zêdetir em weke dayîk dixwazin aştî pêk were, lewra jî emê pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Êdî bes e ji dagirkirin, qirkirin, înkar û azaran re. Heta ku em jiyan bikin, emê tu caran vê dîrokê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin, emê heta hetayê jî di guhên zarokên xwe de bêjin Rêber Apo.”