Li Libyayê jin û hilbijartinên şaredariyan
Jinên Libyayê, hilbijartinên şaredariyê weke firsendek di aliyê zêdekirina beşdariya jinan û pêkanîna hêza civakî û siyasî de dibînin.

MONA TOKA
Lîbya – Komîsyona Bilind a Hilbijartinê, li Rojhilat û Başûrê welat piştî sê mehan, roja 18’ê Cotmehê Şemiyê, qonaxa sêyem a hilbijartinên meclîsa şaredariyan da destpêkirin. Di qonaxa destpêkê de kar û barên dengdayîna li 16 şaredariyan destpê kir. Di qonaxa duyem ku bi giştî 27 şaredariyan digre nava xwe de, hat ragihandin ku wê hilbijartina 11 şaredariyan roja Duşemê bê kirin.
Li gelek şaredariyên Libyayê, li gel jinûve hilbijartina meclîsên şaredariyan, mijara beşdariya jinan a di pêvajoya hilbijartinê de bû navenda nîqaşên civakî û siyasî. Tevî zoriyên ewlehî, civakî û siyasî jinên Libyayê, ji bo di mekanîzmayên biryargirtinê de cih bigrin, hewl didin weke namzed û dengdêran beşdarî pêvajoyê bibin. Ev rewş kapasîteya hêza civakî û siyasi ya jinan radixe ber çavan.
‘Her deng ferqê ava dike’
Namzeda hilbijartina meclîsa şaredariyan Hadîce Bedir têkildarî girîngiya beşdariya jinan di hilbijartinê û bihêzkirina siyasî de axivî û wiha got: “Di hilbijartinên meclîsa şaredariyan de, ez ji lîsteya hevkariyê bûm namzed. Jin dikarin beşdarî pêvajoyê bibin û nûnertiya wê bikin. Fikarên weke reşkirina di medyaya dîjîtal de û manîpulasyonên wêneyan ji bo jinan tirsek cidî daye avakirin. Li bajarên weke Trablus û Bîngaziyê, rewş baştir e. Civak ji beşdariya jinan a siyasî re vekirîtir e. Lê belê di şaredariyên biçûk de zextên civakî û şertên taybet hê li pêşiya jinan dibin asteng.”
Hadîce Bedir beşdariya jinan a hilbijartinê weke ‘bi serê xwe serkeftinek’ pênase kir û wiha got: “Ev gav dîwarê tirsê hildiweşîne û jinên din teşwîqî namzediyê û cihgirtina di qadên civakê de dike.
Beşdariya jinan di meclîsên şaredariyan de, ji bo şopandina pirsgirêkên jinan, parastin û avakirina hişmendiya civakî wê bi sûd be. Cihgirtina jinan di lîsteyên hilbijartinê de, bingeha xwegihandina pozîsyona biryargirtinê ava dike. Hilbijartinên îro li gorî berê qadeke fireh vedike. Ger hişmendî zêde bibe, jin wê di meclîsên şaredariyan de zêdetir cih bigrin.”
Hişmendiya hilbijartinê û rola civaka sivîl
Rojnamevan û qasidê hişmendiya hilbijartinê Fewziye Bîlal, da zanîn ku zêdekirina hişyariya jinan di hilbijartinan de bi bernameyên civaka sivîl gengaz e û wiha got: “Weke qasidê hişyariya hilbijartinê, me gelek kampanya dan meşandin. Em mal bi mal geriyan, vê xebatê bandorek mezin da avakirin. Têkiliya bi jinan re rasterast encamên erênî bi xwe re tîne lê belê xeyalên hinek jinan ji ber ceribandinên ne serkeftî, şikestin û ev rewş hem ji bo bibin namzed hem jî dengdayînê dibe astengî.”
‘Jin rastî zoriyan dikşînin’
Fewziye Bîlal destnîşan kir ku di destpêka zoriyên ku jin di pêvajoyên hilbijartinê de dikşînin de xeteriyên ewlehiyê tên û got: “Hebûna komên bi çek, parçebûna hikumetê, bûyerên weke hilweşîna navendên hilbijartinê bi jinan re tirs çêkiriye. Hinek jin hê ne di ferqa girîngiya dengdayîn û namzedbûyînê de ne
Di heman demê de hinek tişt hem namzediya jinan, hem jî çûyîna wan a ser sindoqan asteng dikin. Bi saya kampanyayên qadê eleqeya jinan ji bo hilbijartinê zêde bûye, bi taybetî di şaredariya Sebhayê de rêjeya qeydan zêde bûye. Lê belê hê kevneşopiyên qebîle û zextên civakê li ber beşdariya azad dibin astengî. Tevî van zoriyan, hişmendiya civakî bû derfet ku bi xwe qeydên xwe çêbikin û deng bidin. Lê belê divê kampanyayên hişyariyê ne tenê di demên hilbijartinê de, tevahiya salê bidomin. Li dibistan û navendên ciwanan çanda hilbijartinê bê qezenckirin û çîrokên serkeftinê ku îlhamê didin jinan werin parvekirin.”
‘Divê destek ji jinan re were dayîn’
Berpirsa Yekîneya Bihzêkirina îdareya hilbijartina jinan a Sebhayê Zeyneb Musbah ku li ser bihêzkirina jinan dixebite têkildarî hilbijartinên ku ji nû ve werin kirin wiha got: “Bi biryara dawî ya Komîsyona Bilind a Hilbijartinê, hilbijartinên şaredariyan ên di qonaxa sêyem de careke din dest pê kirin. Pêvajoya hilbijartinê demek bû hatibû sekinandin. Niha Sebha jî di nav de wê di 12-16 şaredariyan de hilbijartin bên kirin. Astengiya herî mezin li pêşiya jinan tundiya hilbijartinê ye, tundiya fîzîkî yan dîjîtat, gef, şantaj, manîpulasyona wêneyan, belavkirina agahiyên şaş, beşdariya jinan a pêvajoyê zor dike.”
‘Pergala kotayê bi tena serê xwe têr nake’
Zeyneb Musbah anî ziman ku jin bi qasî pêwist desteka siyasî, civakî û aborî nagirin û got: “Pergala kotayê mafê beşdariyê dide jinan, ev jî bi tena serê xwe têrê nake. Ji bo jin bihêz bibin desteka fînansî, siyasî û civakî şert e. Hebûna jinan di ofîsên hilbijartinan de cesaretê dide jinên din. Qadeke bi tendurist a hilbijartinê xwe dispêre civakeke bi ewle, hişyar û vekirî. Beşdariya ciwan, jin û mêran bi hev re, kilîta nûnertiya rast û adilane ye.”