Li Lîbyayê çareserî ne hikûmeta nû ye, hilbijartin û vîna gel e’
Lîbya di nava nakokiyên navxweyî û têkçûna aborî de krîzeke siyasî ya bi aloz de ye. Lêkolîner Zahiya Salih tekez kir ku hilbijartin çareseriya herî baş e û pêşniyara mîsyona NY’ê ji bo avakirina hikûmetek nû bi bandor e.

IBTÎSAM AXFÎR
Bingazî – Ji ber perçebûnên kûr ên siyasî û gelek hikûmetên Lîbyayê, hilbijartin weke çareseriya çêtirîn ji bo jinûveavakirina rewatiyê û yekbûna saziyan derdikevin holê. Ew riya demokratîk in ku temsîliyeta îradeya gel misoger dikin û dawî li qonaxên dubarekirî yên krîzê kûrtir û dirêjtir kirine tînin.
Bi salan e Lîbya bi dabeşbûn û pevçûnên kûr ên siyasî re rûbirû ye, vê yekê jî bandorê li jiyana welatiyên Lîbyayî kiriye. Ev yek hilweşîna aborî û zêdebûna lêçûnên jiyanê her wiha nebûna xizmetên bingehîn ên weke cereyan, sotemanî û gazê vedihewîne.
Di vê çarçoveyê de mîsyona Neteweyên Yekbûyî pêşniyara avakirina hikûmeteke nû kiriye ku armanca wê çareserkirina krîzê ye lê ew di warê pêkanîna pratîkî de bi dijwariyên girîng re rûbirû ye, ji ber hebûna du hikûmetên bi bandor û tevliheviyên siyasî yên berdewam. Ev yek der barê gengazbûna vê pêşniyarê û şiyana wê ya ji bo bidestxistina aramiyê, pirsan derdixe holê.
Aktîvîsta sivîl û lêkolînera siyasî Zahiya Salih perspektîfa xwe ya li ser rewşa siyasî ya aloz a Lîbyayê anî ziman û bal kişand ser pêşniyara mîsyona NY’ê ji bo avakirina hikûmeteke nû û got: "Ev pêşniyar dê krîza heyî çareser neke û hilbijartin riya herî baş e." Zahiya Salih diyar kir ku rola jinên Lîbyayê di qonaxa niha ya dîroka siyasî ya welat de gelek girîng e.
'Riya xilasbûna ji krîzê hilbijartin e'
Zahiya Salih bal kişand ser dijwariya pêkanîna fikra avakirina hikûmeteke nû, weke ku ji hêla mîsyona NY’ê ve hatiye pêşniyarkirin û hebûna du hikûmetan li welat û got: “Hikûmeta Lîbyayê li rojhilat û Hikûmeta Yekîtiya Neteweyî li rojava ye. Derfeta herî mezin ji bo çareserkirina krîzê di hilbijartinan de ye, tevî dema wan a diyarkirî, di heman demê de îhtîmala serkeftina hikûmeteke nû weke çareseriyek ji bo krîzê pir kêm e. Sazkirina hikûmeteke sêyem dê rewşa siyasî bi aloztir bike, ji ber ku ew dezgeheke paralel a hikûmetên heyî ye. Ev pêşniyar ji ber aloziya kolanên Lîbyayê û nerazîbûna welatiyan ji ber hilweşîna pergala aborî, dabeşbûna siyasî û şert û mercên jiyanê yên xirab e."
'Avakirina hikûmeteke nû dê rageşiya li Lîbyayê zêde bike'
Zahiya Salih bawer dike ku rewşa bêçare ya siyasî li Lîbyayê bûye sedema pêşkêşkirina vê pêşniyarê ji aliyê şandeya NY’ê ve û wiha li gotinên xwe zêde kir:
“Bi taloqkirina berdewam a hilbijartinan û dirêjkirina krîzê hewl bidin rewşa siyasî sererast bikin lê ev pêşniyar di rastiyê de, çareseriyek radîkal pêşkêş nake. Ew hewl dide aliyên bi nakok razî bike lê bê encam e. Hikûmeta nû dê neyê hilbijartin lê dê bi lihevkirina di navbera aliyan de were avakirin. Di heman demê de hilbijartin riya rast e ji bo vegerandina rewatiya gel. Hikûmeta nû dê tenê rageşiyê li kolanên Lîbyayê zêde bike. Çareseriya îdeal, ew e ku divê Lîbya-Lîbyayî be, ji ber ku rêxistina navxweyî ya Lîbyayê pêdiviyek e û berjewendiya civaka navneteweyî di çareserkirina krîzê de nîn e.”
'Çareserkirina krîzê bi riya hilbijartinan dê îradeya gel temsîl bike'
Zahiya Salih diyar kir ku rewşa siyasî ya Lîbyayê bi aloz e û pêdivî bi nirxandineke baldar heye, wiha berdewamî da gotinên xwe: "Lidarxistina hilbijartinan li seranserê Lîbyayê, bi saziyên rewa yên ku ji hêla gel ve tên hilbijartin, ji bo ku îradeya wan temsîl bikin û her welatiyek berpirsiyariya hilbijartin û biryarên xwe hilgire ser xwe ye. Ev jî wê Lîbyayê ber bi çareseriyên radîkal ve bibe. Pêşkêşkirina bi eşkereyî ya platformên hilbijartinê yên namzedan piştrast dike ku ew ê ji ber her kêmasiyê berpirsyar bin. Hilbijartin ne dijwar in, ew tenê hevkariya hemû aliyan hewce dikin. Lîbyayê berê di qonaxa herî dijwar a dîroka welat de jî hilbijartin li dar xistiye."
Polîtîkayên ji bo dirêjkirina temenê krîzê
Zahiya Salih der barê hedefgirtina baregeha mîsyona NY’ê li Trablûsê de wiha destnîşan kir: "Ev hedefgirtin bêserûber bû, helwesteke siyasî ya taybetî nîşan nade. Paytext di bin kontrola milîsan de ye û mîsyon dê ji welt venekişe lê belê dikare bi ewlehî erkên xwe ji bo bajarên din pêk bîne. Bandora rastîn li ser tiştên ku mîsyon li Lîbyayê peyda dike ji beşdarbûna welatiyan di xwepêşandanan de û derketina meydanan, an jî îfadekirina daxwazên xwe bi riya medyayê û medyaya dîjîtal tê û tundî û bombebaran daxwazan pêk naynin. Her ku çareseriyeke siyasî li Lîbyayê nêzîk bibe, krîz bi riya kiryaran dirêjtir dibe. Çareserî lêkolîneke kûr a krîzê û zexta ji bo lidarxistina hilbijartinan hewce dike."
'Jin di dîtina çareseriyê de roleke girîng û bi bandor dilîzin'
Zahiya Salih destnîşan kir ku elîtên siyasî, di nav de jinên Lîbyayî jî bi riya semîner, konferans û salonên siyasî bi awayekî cidî dixebitin da ku rewşê nîqaş bikin û pêşniyaran pêşkêşî rayedarên rewa bikin da ku çareseriyan bibînin. Zahiya Salih bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rola jinan girîng û bi bandor e, di nav de temsîliyeta wan a li ser qada navneteweyî jî heye, ji ber ku ew yekem jin bûn, kursiyek li Neteweyên Yekbûyî bi dest xistin. Jinên Lîbyayî bingeha jiyana li welat in û roleke sereke di hişyarkirin, hêzdarkirin û pêşketinê de dilîzin. Rola navneteweyî ya federasyonên herêmî û navneteweyî, weke Lîga Erebî, Konseya Hevkariya Kendavê, Yekîtiya Mexribê û Yekîtiya Afrîkayê û vegera Lîbyayê bo qada navneteweyî piştî veguherîna wê ji pergaleke siyasî bo pergaleke din, girîng e."