Li Koysancaqê mîhrîcana çandî ya Berîdan hate li dar xistin

Enstîtuya Zeyneb Xan, di çarçoveya projeyek de bi hevkariya Enstîtuya Goethe û bi koordînasyona Mîhrîcana Akademî, Atolyeya Çandî û Navenda KCAC’ê re “Mîhrîcana Çandî ya Berîdan” li dar xist.

ŞILÊR KOYE

Koysancaq – Di çarçoveya vê însiyatîfa mîrateya çandî de pênc xaniyên kevn û dîrokî yên li Kolana Bayîz Axa ya bajarê Koysancaqê hatin nûjenkirin. Deriyên van avahiyên dîrokî, ji bo çalakiyên hunerî û çandî ji bo beşdarvan û mêvanan hatin vekirin. Di nava mijar û çalakiyên zindî yên mîhrîcanê de xebatên hunerî, wênesazî, muzîk, xaniya wêjeyî, xwarinên kevneşopî yên Kurdî û karên destan ên jin tê de rol digrin, cihgirt.

‘Ez jî parçeyekî ya vê mîhrîcanê me’

Şêrîvan Baranî ya wek wênesaz beşdarî mîhrîcanê bû, wiha axivî: "Ez li Hewlêrê dijîm û ji eslê xwe ji navçeya Berdereşê me. Ez gelek kêfxweş im ku wekî hunermendek beşdarî vê mîhrîcanê dibim. Ez beşek ji vê mîhrîcanê me ku ji bo ji nû ve zindîkirin û parastina qada  çandî û hunerî hatiye organîzekirin. Ev xaniyan ji bo bajarê Koysancaqê xwedî girîngiyeke mezin in. Ger ev xanî veguherînin cihên ji bo çalakiyên hunerî û çandî, ew ê ji bo min bibin cihên pir taybet.

Şêrîvan Baranî da zanîn pêkhatina xebatek cihê kêfxweşiyê ye û wiha pê de çû: “Ez kêfxweş im ku ev kar hatiye kirin. Hêvîdar im ku di pêşerojê de xebat, proje û planên baştir werin pêkanîn. Pir girîng e ku ev xanî li şûna wêrankirinê werin parastin, xizmeta bajarê Koysancaqê bikin û bibin beşeke bingehîn a binesaziya çandî ya bajêr."

‘Ez der barê mijarên jin û xwezayê de dixebitim’

Şêrîvan Baranî, diyar kir ku wekî wênesazek di karê xwe de balê dikşîne ser jin û xwezayê: “Îro min hewl da ku karê xwe yê li vir ber bi mijarên çandî ve bibim. Bêguman, cih û beşdariya jinan a di mîhrîcanên bi vî rengî de gelek girîng e. Em di pêşerojê de armanc dikin ku maf û rola jinên Kurd ên li vê herêmê dijîn û mijarên din ên têkildarî jinan zêdetir derxin pêş. Jinên li vir bi rastî jî zîrek û xurt in. Lewma derxistina wan a li pêş çavan xwedî girîngiyeke mezin e.”

‘Di çarçoveya projeyê de pênc xaniyên dîrokî hatin nûjenkirin’

Endama Enstîtuya Zeyneb Xan Nûa Piştiwan jî da zanîn ku di çarçoveya projeyê de gelek xebat tên meşandin û axaftina xwe wiha domand: “Di çarçoveya projeya ku bi hevkariya Enstîtuya Goethe tê meşandin de, pênc xaniyên dîrokî yên li vir hatin nûjenkirin. Her yek ji van pênc xaniyan ji bo ciwanan mazûvaniya çalakiyên cihêreng dike. Cihên me yên taybet ên ji bo çalakiyên wekî wênesazî, wêje û hunerê hene. Her wiha çalakiyên me yên pêşkêşkirina tam û xwarinên kevneşopî jî hene. Her yek ji van çalakiyan du rojan berdewam dike.”

Nûa Piştiwan, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku yek ji wan gavên girîng ên ku di çarçoveya mîhrîcanê de avêtine, tedbîrên parastina jîngehê ne: “Em xwe ji bikaranîna her cûre materyalên plastîk dûr digirin. Av di qedehan de tê pêşkêşkirin û bi vî awayî şêwaza kevneşopî ya pêşkêşkirina vexwarinê ya ji mêvanan re tê parastin.”

Wateya navê "Mîhrîcana Berîdan"

Nûa Piştiwan, der barê navê "Mîhrîcana Berîdan" de jî wiha got: "'Berîd' behsa pergala posteyê û gihandina peyaman u di demên borî de dihat bikaranîn, dike. Di warê dîrokî de ev cure amûr li derveyî malan dihatin daliqandin û name an jî tiştên cûrbecûr ên divê ji bo cihên din werin şandin, li wir dihatin hiştin. Lewma danîna navê 'Berîdan' ya ji bo mîhrîcanê, bi awayekî sembolîk vediguherîna kok û nasnameya çandî ya resen nîşan dide."

‘Ev mîhrîcan zîndikirina rabirdûyê û nûjenkirina malên Koysancaqê ye’

Hunermend û pîşekareke ji Koysancaqê Emîre Muhammed jî balkişand ser girîngiya mîhrîcanê û bi van gotinan behsa keda destan kir: "Karê min çêkirina aksesûaran, zindîkirina hêmanên kevneşopî yên çanda Kurdî û nûjenkirina tiştên kevneşopî yên ku jinan ji demên berê heta roja me ya îro bikar anîne û li xwe kirine ye. Ez kêfxweş im ku beşdarî vê mîhrîcanê dibim. Ev mîhrîcan zîndikirina rabirdûyê û herwiha nûjenkirin û vejandina wan  malan e ku berê wekî cihên jiyanê ya xizmetên malbatan Koysancaqê dikirin. Îro, me jiyaneke nû daye van malan. Dixwazim spasiya Enstîtuya Zeyneb Xan û hemû rêxistinan dikim ku piştgirî dane me û alîkariya me kirine ku em kar û berhemên xwe nîşan bidin."