Li Kobanê Jin Jiyan Azadî olan da
Bi pêşengiya Kongra star bi sedan jin û welatiyên kantona Firatê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser jinan a cîhanî meşiyan.
Kobanê - Bi boneya 25 mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi pêşengiya Kongra Star li bajarê Kobanê meşek hate lidarxistin.
Meş bi tevlîbûna endamên Kongra Star, partiyên siyasî, malbatên cangoriyan, sazî û dezgehên rêveberiya xweser û welatiyên Kantona Firatê bi dirûşmeya ‘Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze’ li qada Şehît Egîd a bajarê Kobanê li hev kom bûn û ji wir ber bi qada Jina Azad a Kobanê ve meşiyan.
Di meşê de welatiyan alên Kongra star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa ‘berxwedana jinan wê şer û dagirkeriyê têk bibe, jina azadbûyî nîşanêya civaka demoqratîk û azad e’ hildan û dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bê navber hate berz kirin.
‘Jin li dijî her cûrê tundiyê têdikoşe’
Piştî meşê, li qada jina azad jib o bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Peyman Elûş axivî û wiha got: “Di destpêke de em hemû jinên tekoşer yên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest danê bi bîr tînin. Em hemû jinên li dijî pergala mêr-dewlet ya 5 hezar sale têdikoşin û berxwe didin silav dikin. Di heman demê de berxwedana Rêber Apo îro rêhevaltiya jin dike jî silav dikin û weke jin hêzê jê digirin. Em roja tekoşîna jinan ya li dijî tundiyê tenê bi roja 25 mijdarê ve nagirin dest. Di dîroka pergala mêr-dewlet heta roja îro li ser jin her cûre tundî û erîş pêk tên. Îro jî em weke jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo ketin wê zanêbûnê û li dijî hemû cûreyên tundiyê têdikoşin.”
‘Jin bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tekoşîna xwe bilind dikin’
Peyman Elûş da zanîn ku şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriye weke şoreşa jin tê nasîn û îro ji bo hemû jin û civakê bûye îlhama tekoşîna azadiyê û wiha dom kir: “Şoreşa Rojava a Bakûr û Rojhilatê Sûriye hêz û tekoşîna jinan li hemû cîhanê diyar kir. Îro di nav vê şoreşê de jin pewîstiya azadiya jin û civakê li hemû cîhanê da nasîn. Îro jin ruxmê hemû tundî û erîşan têdikoşin û felsefeya jiyana azad jiyanî dikin. Weke jin encaq em dikarin dawî li mêtîngerî, dagirkerî û tundiyê bînin. Îro em bi felsefeya Rêber Apo a Jin, Jiyan, Azadî xwe rêxistin dikin û tekoşîna xwe xurt dikin. Edî ev bûye felsefeya jiyana jinên tekoşer. Jin bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî tekoşîna xwe bilind dikin.”
Meş bi pêşkeşiya şanoyeke li dijî tundiyê a ji aliyê koma şano ya şehîd Yêkta ya navenda Hîlala Zêrîn hatibû amadekirin û bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.